Bi tecrîdê re dewlet tundtir bûye

Şemî 6 Tîrmeh 2024 - 00:47

Alî Bozan bal bire ser nêzîkatiya dewleta Tirk a li şewatên li Kurdistanê, diyar kir ku dewleta Tirk li bara şewatên Kurdistanê û Tirkiyê ne xwedî yek helwestê ye, ev weke encama polîtîkaya mêtingeriyê nîşan da. Bozan her wiha got bi tecrîdê re ya li ser Rêber Ocalan polîtîkaya dewletê ya li bara Kurdan tundtir bûye.

Alî Bozan diyar kir ku bêdengiya rojava ya li hemberî şewatên li Kurdistanê, encameke polîtîkaya dewletê ya li dijî Kurdistanê ye û destnîşan kir ku dewleta Tirk hiqûqeke dualî dimeşîne û ev jî hiqûqa mêtingeriyê ye.

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan diyar kir ku ji bo welatên Kurd û Tirk ên li Tirkiyeyê hiqûqeke cuda tê meşandin û ev yek weke “hiqûqa mêtingeriyê” pênase kir. Bozan ragihand ku ev hiqûq bi taybetî di desteserkirina şaredariyên Kurd û mudaxelenekirina şewatên daristanan de xwe nîşan da.

‘Normalbûn’a ji xeynî Kurdan

Piştî hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê, zextên desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li hemberî Kurdan zêde bûne. Desthilatdariya ku di encama berxwedanê de li Wanê gav paşde avêt, li Colemêrgê hevşaredarê hatî hilbijartin girt û qeyûm li şûna wî tayîn kir. Ev rewş nîşan dide ku polîtîkayên “normalbûnê” gelê Kurd nagire nav xwe.

Nêzîkatiya dewletê ne yek e

Dewletê mudaxeleyî şewatên daristanên li Amed û Mêrsînê nekir, vê yekê nîşan da ku rejîma zextkar tenê bi qeyûman re sînordar nema. Bozan diyar kir ku şewat ji ber xemsariya DEDAŞ’ê derketin û destnîşan kir ku nêzîkatiya dewletê ya li hemberî şewatên li Kurdistanê, ji şewatên li rojavayê Tirkiyeyê cuda ye.

Bêdengî encama polîtîkayê ye

Bozan diyar kir ku bêdengiya li hemberî şewatên daristanan, encameke polîtîkayên dewletê ya li hemberî Kurdistanê ye û got ku ev rewş di bîra welatiyên li rojava dijîn de bi cih bûye. Bozan ragihand ku dewleta Tirk hiqûqeke dualî dimeşîne û ev hiqûqa mêtingeriyê ye.

Bi tecrîdê re dewlet tundtir  bûye

Bozan bilêv kir ku polîtîkayên qeyûm parçeyekî pêkanînên tecrîdê ya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan e û got ku di demên ku tecrîd hatî girankirin de, nêzîkatiya dewletê ya li hemberî Kurdan tund bûye. Bozan anî ziman ku berxwedana li dijî derbeya qeyûm, di heman demê de ji bo şikandina tecrîda li ser Abdullah Ocalan têkoşînek e.

Berteka muxalefetê kêm e

Bozan ragihand ku bertekên muxalefeta civakî ya li hemberî desteserkirina îradeyê girîng in, bes netêrker in û destnîşan kir ku meseleya qeyûm êdî pirsgirêka hemû Tirkiyeyê ye, ne tenê ya Kurdan e. Bozan diyar kir ku divê muxalefeta civakî li dijî desthilatdariya AKP-MHP’ê were xurtkirin û got ku divê berxwedan hem li meclîsê hem jî li kolanê bilind bibe.

ANF

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.