‘AfD encama krîza kapîtalîzmê ye‘

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 24 Çile 2024 - 16:31

GOZDE GULER

Piştî ku civîna rayedarên payebilind ên AfD’ê yên bi neo-Naziyan re di çapemeniyê de berbelav bû û li tevahiya Elmanya li dijî AfD’ê xwepêşandan, mîtîngên mezin hatin kirin, nîqaşên li ser girtina AfD’ê li nav raya giştî ya Elman têne kirin.

Derheqê mijarê em bi nivîskarê pirtûka Der Aufstîeg der AfD (Geşbûna AfD’ê) Sebastîan Frîedrîch re axivîn.

Sebastian Friedrich, pirtûka ‚‘Geşbûna AfD’ê‘ nivîsandiye.  Wî got, ne rast e ku mirov bikeve wê fikrê ku bi girtina AfD’ê meseleya neofaşîzmê wê çareser bibe, ji ber ku AfD encama krîza kapîtalîzmê ye.

Friedrich  derheqê nîqaşên li ser girtina AfD’ê û derheqê atmosfera siyasî bê ka ev nîqaş di sûda AfD’ê ne an na, ji rojnameya me re axivî.

Sebastian Friedrich li ser pirsa gelo pêkan e ku AfD were girtin yan na got, “Ev pirs ji gelek aliyan ve pirsek e zor e. Bi çarçoweya hiqûqa Destûra Bingehîn gotinên bi nijadperestî yên wekîlên rastgir ên AfD’ê zor e ku bibe sedema girtina partiyekê. Gelek hiqûqnas dibêjin tiştekî wiha ne pêkan e. Lê Enstîtûya Mafê Mirovan a Elman dibêje pêvajoya yasayî dibe ku bi girtina partiyê biencam bibe. Fikreke dî heye ku dibêje pêkan e ku hin saziyên diyar ên rastgiriya tundrew an jî navendên wan ên ciwanan bêne girtin. Ji hêla siyasî ve divê mirov lê bifikire bê ka aliyên vê yên hiqûqî û qedexekirina vê çendî pêkan e. Berevajî vê, heke pêvajoya dadgehê were destpêkirin û ev pêvajo bi serkeftî neçe serî û AfD neyê girtin wî çaxî derdora rastgir a li welêt wê serkeftineke mezin bi dest ve bîne. Ji hêla siyasî ve em nikarin bersiveke rast bidin vê pirsê. Tirsa min ew e dema ku partî were girtin derdorên lîberal û çepgir bikevin wê fikrê ku li Elmanya pirsa neofaşîzmê çareser bûye. Lê AfD encama krîza kapîtalîzmê ye.‘‘

Li ser pirsa bê ka AfD dikare dîsa Elmanya bibe serdema Naziyan, nivîskar Friedrich wiha got:‘‘Li Thüringen, Brandenburg û Sachsenê AfD halê hazir partiya herî xurt e û bi vî halê xwe bi min wê li ser rêveberiya eyaletê destê xwe xurt be. Bi min hedefa pêşî ya AfD’ê niha ew e ku heta jê were destê xwe xurt bike û demeke dirêj vê hêzê di dest xwe de bigire.‘‘

Friedrîch her wiha got, heke AfD were qedexikirin, girseya AfD dikare bişemite ser CDU. Her wiha alternatîfa AfD dikare bibe Bundnis Für Deutschland, die Partei yan jî Werte-Union ku fikrên serokê berê yê Rêxistina Parastina Destûrê (Verfassungsschutz) Maass li ber xwe datîne û beşek jê jî wê bixwazin partiyeke nû ava bikin, lê piştî girtina AfD’ê ne pêkan e ku partiyeke berdewama wê were avakirin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.