Frankfurt demokrasiyê diparêze

Nûçeyên Cîhan

Çarşem 7 Sibat 2024 - 00:35

ÎLHAMÎ ERDOGAN / FRANKFURT

Li bajarê Frankfurt ê Elmanyayê, bi banga 130 saziyên civaka sivîl, li dijî nijadperestiyî mîtîngek hat lidarxistin û 25 hezar kes tevlî bûn. Di mîtînga ku bi dirûşmeya ‘Frankfurt demokrasiyê diparêze’ de, bal kişandin ser xeteriya polîtîkayên AfD’ê. Ji bo mîtîngê dihat payîn ku 7 hezar kes beşdar bibin, lê polêsan weke 19 hezar destnîşan kirin, lê organîzatoran ragihandin ku 25 hezar kes, tevlî çalakiyê bûne. 

Di posterên ku li qada Romerberg pankartên ‘Faşîzm ne alternatîfek e’, ’Êdî tu carî’, ‘Dapîr û Bavpîr li dijî rastgiriyê’, hatin daleqandin. Serokê Şaredariya Frankfurtê ku tevlî protestoyê bû got:’’Em ne li dijî gel, ji bo gel vê çalakiyê dikin.’’

Rojnamevan Michel Friedman di axaftina xwe de got:’’Em ne bê çare ne. Em piraniya vî welatî ne. Em li vir in û heta ew xeyaleta qehweyî li Elmanyayê paşve bikişe, em ê nesekinin.’’ 

Ji Deutche Bankê heta kulûbên sosyalîst, ji 130’an zêdetir sazî, partî, kulûb û hewldan, banga çalakiyan kirin. Di bangawaziyê de, tê destnîşan kirin ku, destûrabingehîn, bingeha çalakiyên siyasî û civakî ye. Elmanya îsal salvegera 75’an a destûrabingehîn pîroz dike. Ji bo mîtînga 20’ê Sibatê, ya bi dirûşmeya ‘Demokrasiyê biparêze-Frankfurt, li dijî AfD’yê’ ji 60’an zêdetir komele û saziyan banga tifaqeke berfireh kirin. Di hefteyên dawiyê de li her devera Hessenê, heman pankart hatin daleqandin û xelk dakete meydanan. Protesto ne bi tenê li bajarên mezin, li navendên biçûk jî dewam dikin. 

Ev tifaqa berfireh jî, roja yekşemê banga mîtînga li Lauterbachê (Vogelsbergkreis) kir û dirûşme jî ‘Careke din tu carî’ bû. 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.