Li dijî êşkenceyê Nobeta Edaletê dewam dike

În 4 Mijdar 2022 - 01:34

Malbatên girtiyan ên Nobeta Edaletê didomînin, li dijî tecrîd û êşkenceyê peyam dan.

Nobeta Edaletê ya malbatên girtiyan, ji bo azadiya girtiyên nexweş û girtiyên ku cezayê wan qediyaye lê nayê berdan û li dijî tecrîdê, li ber Baroya Izmîrê di roja 134’an de dewam dike. Malbatên girtiyan doh berdilkên li ser wan nivîsandî “Girtiyên nexweş berdin” û “Ji girtiyên nexweş re azadî” li xwe kiribûn. Wan dirûşmeyên “Bijî berxwedana zindanan”, “Jin jiyan azadî” û “Ne şer, aştî niha” gotin. Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Torbalî û navçeya Guzelbahçeyê jî piştgirî da çalakiya malbatên girtiyan.

Fatma Sûrme ya ku kurê wê Ahmet Sûrme ev 5 sal in li Girtîgeha Tîpa F a Tekîrdagê girtî ye, got, ji bo edaletê hefteyê 3 rojan nobetê digirin. Sûrme, anî ziman ku li girtîgehan êşkence tê kirin û wiha peyivî: "Zarokên me dixin hucreyên yekkesî. Girtiyên nexweş bernadin. Cezayên nû didin girtiyên ku cezayê wan qediyaye. Bila dawî li van kiryaran bên. Bila girtiyên nexweş  serbest bên berdan. Bila tecrîda li girtîgehê êdî rabe. Bila xwîna ku tê rijandin, bisekine. Em ji cîhanê edalet û aştiyê dixwazin. Bila êşkenceya li ser zarokên me bi dawî bibe."

Huseyîn Satilmiş ê HDP’yî jî got, "Welat bûye weke girtîgeheke servekirî. Li girtîgehan ti qanûnên neteweyî û navneteweyî pêk nayên. Lê divê bê zanîn, zext û mirin wê me ji têkoşîn û daxwaza aştî û mafan dûr nexe.” 

ANF/ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.