Li dijî Çîniyên li Pakistanê êriş

Nûçeyên Cîhan

Pêncşem 15 Tîrmeh 2021 - 03:13

  • Li Pakistanê13 kes mirin û 9 ji wan Çînî bûn. 

Li bakur rojavayê Pakistanê di otobusekê de teqînek çêbû. Di encamê de 13 kes mirin û 9 ji wan Çînî bûn. 

Li wîlayeta Hayber Pahtûnhvayê, otobusa ku endezyarên Çînî û personelên bendava Dasû tê de bûn, teqiya.

Li gorî rayedarên cihî, bi teqînê re agir bi motorê ket û wesayit ber bi gelî ve qulibî. Di encama teqînê de 13 kes mirin, 9 ji wan Çînî ne. Her wiha 28 kes jî birîndar bûn. Li ser sedema teqînê, agahî bi dest neketin.

Lê belê Sefaretxaneya Bilind a Çînê ya li Pakistanê daxuyaniyek da û got, "Projeyeke şirketa Çînî ya li Pakistanê rastî êrişekê hat, di encamê de welatiyên Çînî jiyana xwe ji dest da."

Sefaretxaneyê bang kir da ku ewlekariya şirketên Çînî yên li vî welatî bê zêdekirin.

Mijara ewlehiya Çîniyan ên li projeyên binesaziyê yên li Pakistanê dixebitin, demeke dirêj e ji bo rêveberiya Pekînê cihê fikaran e. Dewleta Çînê van salên dawî bi milyaran dolarî veberhênan li Pakistanê kiriye.

ÎSLAMABAD

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.