Li parêzgeha Xeyber Baxtunxwa ya li bakur rojavayê Pakistanê, di wesayîteke karkeran de teqîn çêbû. Di encamê 11 karker hatin kuştin.
Li gorî medyaya Pakistanê, doh sibehê li parêzgeha Xeyber Baxtunxwa, mayînek bi wesayîta karkeran de teqiya. Di encama teqînê de 11 karker hatin kuştin û hin karker jî birîndar bûn.
Heta niha ti aliyî berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji par ve li deverên cuda yên Pakistanê êrişên çekdarî zêde bûne û çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya hinan ji wan êrişan girtiye ser xwe.
NAVENDA NÛÇEYAN