- Parlamena Pakistanê bi 174 dengan bawerî ji Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan wergirt û ew ji kar dûr xist.
Parlamena Pakistanê bi 174 dengan bawerî ji Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan wergirt û ew ji kar dûr xist.
Piştî civîna 14 saetan a parlamena Pakistanê, bi 174 dengan biryar hat dayîn ku bawerî ji Serokwezîrê Pakistanê Imran Xan were stendin. Ev yek jî di dîroka Pakistanê de cara yekem e ku diqewime.
Li beramberî vê biryara parlamenê Imran Xan diyar kir ku ew ê îtirafê bi hikûmeta nû were avakirin, neke. Imran Xan îdîa kir ku li pişt vê biryara parlamenê destê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û dijminên wî heye.
Li gorî medyaya Pakistanê, artêşa Pakistanê piştgirî nedaye Imran Xan û heta, hinek hevalbendên wî jî jê dûr ketine.
DYE´yê jî ji Imran Xan xwestibû rêzê ji biryara parlamenê re bigire.
NAVENDA NÛÇEYAN