Li dijî dersînorkirinê çalakiya rûniştinê

Nûçeyên Cîhan

Duşem 6 Mijdar 2023 - 16:17

Bi dehan hezar Efxanên ku Pakistan dixwaze wan dersînor bike, li bajarê Pakistanê Çamanê dest bi çalakiyeke rûniştinê kir. Çaman bajarekî li ser sînorê di navbera Pakistan û Efxanistanê de ye. Ev penaberên ji Efxanistanê, ji Pakistanê dixwazin ku dawî li rêgezên nû yên vîzeyê bê anîn. Hikûmeta Pakistanê bi van rêgezan, nasname û statuyên qederê du milyon penaberên Efxan betal dike û wan dersînor dike. Penaber bi çalakiya xwe dixwazin ku li gorî rêgezên berê ew weke penaber bên qebûlkirin û nasnameyên wan jî wiha bên qanûnîkirin.

Wêne: Medyaya dijîtal

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.