Pakistanê 47 Efxan kuştin
Duşem 18 Nîsan 2022 - 22:36
- Di êrişên artêşa Pakistanê de li rojhilatê Efxanistanê qederê 50 kesî hatin kuştin.
Di êrişên artêşa Pakistanê de li rojhilatê Efxanistanê qederê 50 kesî hatin kuştin.
Piştî ku Talîbanê di Tebaxa 2021'ê de desthilatdarî xiste destê xwe, li ser sînor rageşiya di navbera herdu welatan de zêde bû.
Pakistan ji rêveberiya nû ya Efxan dixwaze ku li dijî komên ji xaka wan êrişî wê dikin 'tedbîrên tund' wergire.
Li gorî Îslamabadê, komên çekdar ên mîna Tehrîk-î Talîban Pakistan (Tevgera Talîbanê ya Pakistanê) ji xaka Efxan êrişan dikin.
Di heman demê de ev koma ku weke Talîbana Pakistanê tê pênasekirin, ji Talîbana li Efxanistanê cuda jî be, xwedî heman îdeolojiyê ne.
Talîbana Pakistanê hem li Efxanistanê hem jî li Pakistanê xwedî endam e.
Li gorî midûrê çand û ragihandinê yê bajarê Host ê Efxanistanê Şabîr Ehmed Osmanî, li herêma Dûrandê ya wîlayeta Hostê di êrişên hewayî yên hêzên Pakistanê de pirraniya wan jin û zarok 41 sivîl hatin kuştin, 22 jî birîndar bûn.
Du rayedarên cuda yên li wîlayeta Hostê jî heman bîlanço piştrast kirin. Rayedarekî din ê Efxan diyar kir ku li wîlayeta Kûnarê ya cîran jî 6 kes hatine kuştin. Hate ragihandin ku êrişa li Kûnarê bi helîkopterê hatiye kirin û li dijî çar gundan pêk hatiye. Rayedar got, "Tenê li malên sivîlan hate xistin."
NAVENDA NÛÇEYAN