Herî kêm 52 kes mirin

Nûçeyên Cîhan

Şemî 30 Îlon 2023 - 00:42

Rayedarên tenduristiyê û polêsan ragihand ku roja Îniyê li eyaleta Belûcistan a li başûrê rojavayê Pakistanê, mirov ji ber qendîlê li ber mizgeftê kom bûn û di wê navberê de teqînek pêk hat. Mirovên ku ji bo pîrozkirina roja jidayikbûna Pêxemberê Îslamê H.z Mûhammed hatin ba hev, di êrişê de hatin hedefgirtin. Li gorî çavkaniyên tenduristî û polîsan herî kêm 52 kes mirin û zêdeyî 50 kesan jî birîndar bûn. Hîna ti kesê ev êrîşa ku li nêzî mizgefta li Mastûngê pêk hatî, ne girtiye ser xwe. Tehrîk-e Taliban Pakistan (Tevgera Talîban Pakistan – TTP) ku ji gelek komên Sunnî pêk tê, ragihand ku ti eleqeya wan bi êrîşê re tune ye. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.