Ji ber teqîna gazê 2 kes mirin
Duşem 20 Sibat 2023 - 16:23
Li navenda Rihayê di binê avahiyekê de ji ber gazê teqînek çêbû û 2 kes mirin. Di bûyerê de 8 kes jî birîndar bûn.
Li gorî agahiyan, di kata zemîn a avahiyeke li taxa Bahçelîevler a Halîliyeyê de ji ber gazê teqîn çêbûye.
Di teqînê de 2 kes mirin û 8 kes jî birîndar bûn. Ji ber teqînê xisar gihişt gelek avahiyên li derdorê.
RIHA