Rayedarên Pakistanê dan zanîn ku di êrişa çekdarî ya Takîbanê de 6 polês hatin kuştin.
Hate ragihandin ku doh danê sibehê kesên çekdar li pêşiya wesayîta polîsan a li gundê Şebab Hel, kemîn daniye. Tevgera Talîban a Pakistanê (TTP), êriş li xwe girt.
Di daxuyaniya nivîskî ya rêxistinê de TTP’ê got ti kes ji wan di êrişê de nehatiye kuştin.
TTP xwe wek komeke ji Talîbana Efxan cuda nîşan dide. Lê îdeolojî û dîroka wan yek e. TTP'ê bi taybetî di navbera salên 2007-2014'an de li Pakistanê gelek êrişên giran kirin. Pakistan îdîa dike ku TTP´ê ji Efxanistanê êrîş organîze kiriye. Kabîl van sûcdariyan red dike.
NAVENDA NÛÇEYAN