Li dijî asîmîlasyonê komele

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 31 Gulan 2023 - 05:50

  • Li Bremenê asîmîlasyon bû yek ji mijarên sereke yên kongreya NCDK´yê. Xurtkirina xebatên li dijî asîmîlasyonê û xebatên ji bo jin û ciwanan derket pêş. Li Hamburgê jî nebûna vahiya NCDK´ê weke pirsgirêka sereke hat qebûlkirin. 

AZÎZ ÇIFTÇÎ - M. ZAHÎT EKÎNCÎ / BREMEN- HAMBURG

Li bajarên bakurê Elmanyayê Bremen û Hamburgê, Navendên Civaka Demokratîk ên Kurd (NCDK) kongreyên xwe li dar xistin. li Bremenê di konreya asayî ya 11´an de  hevserokên xwe yên nû Celîle Yalçin û Seîd Bîlgîn hilbijartin. Li Hamburgê jî di kongreya asayî ya 18´an de NCDK´yê meclîsa xwe ya nû ya 75 kesan hilbijart.

Li Bremenê piştî nirxandina rewşa siyasî ya dawî, di minaqeşeyan de hat gotin, li Bremen û derdora wê qederê 25 hezar Kurdî hene û lazim e xebata sereke ya NCDK´ê birêxistinkirina van Kurdan be.  

 

Zarokên xwe asîmîle nekin

Hevserokê dewra beriya niha Seîd Bîlgîn got, “Zarokên me bi lez asîmîle dibin. Em li Elmanyayê ne, lê gelek ji me li malên xwe bi zarokên xwe re bi Tirkî dipeyivin. Em bi destê xwe zarokên xwe asîmîle dikin. Em bi zarokên xwe re bi Kurdî bipeyivin. Li aliyê din jî em li komeleya xwe xebatên folklor, dersên tenbûrê û xebatên din ên çandî xurt bikin, jinan û ciwanan bêhtir bînin nav xebatan. Bi vî awayî em ê yekparebûna xwe çêtir biparêzin.”

Piştî axaftin û minaqeşeyan rapor hat xwendin û delegeyan rexneyên xwe lê girtin. delegeyan got, lazim bû xwerexnekirin bêhtir di raporê de cihê xwe bigirta. Her wiha rexne li kêmbûna hejmara endamên fermî jî hatin girtin. Têra xwe cih negirtina civakên dînî yên Êzîdî, Elewî û Misilman û nebûna tewazûneke nûneriya wan di kongreyê de jî hat rexnekirin.

Piştre Meclîsa Gel a Bremenê û hevserokên wê Celîle Yalçin û Seîd Bîlgîn hatin hilbijartin. Kongre bi diyarkirin û hilbijartina komîsyonên Rêxistin, Jin, Ciwan, Aştî û Lihevkirin, Malbatên Şehîdan, Ziman û Perwerde, Dîplomasî, Çand û Yekîtiyên Dînî kongre bi dawî bû.

 

Xebatên ji bo zarokan wê li pêş bin

Di kongreya NCDK´a Hamburgê de, rexneya sereke nebûna avahiya komeleyê bû. Xalê Osman ê ji Qamişloyê, sermeselê dibêje, “Ji ber ku avahiya komeleyê nîne, malbat nayên, em nikarin xwedî li zarokên xwe derkevin.” Ew rexneyê li zimanê kongreyê jî digire, ji ber ku bi Tirkî, esas Kurd li derve tên hiştin.

Xalê Elî yê ji Qeyseriyê jî dibêje, gelek komîsyonên hatin avakirin, betal in. Yanî barê NCDK´ê li ser milê çend kesan dimîne.

Di kongreyê de meclîsa nû ya 75 kesî hat hilbijartin û hevberdevkên nû yên NCDK´ê Leyla Kaya û Mûrat Çewlîk jî hatin hilbijartin. Leyla Kayayê got ji bo ku ew pirsgirêkên xelkê çareser bikin, ew ê bêhtir hew bidin û ji bo pedakirina cihekî ji bo komeleyê jî ew ê lêgerînên xwe zêde bikin. Leyla Kayayê got, li avahiya komeleyê jî ew ê xebatên ji bo jin û zarokan li pêş bigirin.

Murat Çewlîk jî got, “Zehmet jî be, salekê tevî Heval Leyla Kayayê em ê hewl bidin layiqî miletê xwe bibin”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.