Li Digûrê ‘Staranên Keziya Sor’ hate nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 7 Adar 2024 - 00:12

Li Digûrê ya Şengalê TAJÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê, ji bo bale bikişînin ser girîngiya 8’ê Adarê û têkoşîna azadiya jinê, semînerek ji bo jin û mêran hate dayîn. Di çarçoveya bernameyê de filmê, ‘Stranên Keziya Sor’ hate temaşekirin û şano hate lîstin.

Li Komelgeha Digûrê ya ser bi Şengalê bi boneya Roja Jinên Kedkar a Cîhanî 8’ê Adarê semînerek hate dayîn. Semînera ku TAJÊ rêxistinkiribû, ji aliyê Hevseroka Meclîsa Xweser a Demokratîk ya Şengalê (MXDŞ) Cîhan Celo ve hate dayîn û semîner bi deqîqeyek rêzgirtin ji şehîdan re destpê kir.

Cîhan Celo ku di heman demê de Komîteya Amadekar ya çalakiyên 8’ê Adarê ya Şengalêye, behsa têkoşîna jin di vê rojê de dane û girîngiya têkoşîna jinan a ji bo bidestxistina mafê xwe kir.  Komîteya Amadekar ya 8’ê Adarê ya TAJÊ û Rêveberiya Xweser pêk tê, semînerek ji bo jin û mêran dan.

Piştî axaftina Cîhan Celo, kesên beşdarê çalakiyê bûne jî rabûn, hest û fikrê xwe anîn ziman. Paşê filmê, ‘Stranên Keziyên Sor’ hate nîşandan.

Piştî filmê ‘Stranên Keziyên Sor’, Navenda Çanda Stiya Nexşa jî şanoyek li ser têkoşîna azadiyê ya jinan pêşkêşkirin.

Welatiyên tevlî semînerê bûn jî hestên xwe yên derbarê vê rojê de parve kirin.

ROJNEWS/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.