Li dibistanê zarokan Newroz pîroz kir

Çarşem 23 Adar 2022 - 22:30

  • Li dibistaneke seretayî ya li Londonê, bi armanca danasîna Kurdan, bi navê 'Hefteya Newrozê' çalakiyek ji bo zarokan hate lidarxistin. 

Li dibistaneke seretayî ya li Londonê, bi armanca danasîna Kurdan, bi navê 'Hefteya Newrozê' çalakiyek ji bo zarokan hate lidarxistin. 

Li Dibistana Seretayî ya Merryhillsê ya paytexta Ingilîstanê Londonê, ji bo gel, bawerî, nasname û çandan hînî xwendekaran bikin, çalakî tên lidarxistin. Dibistanê bi wesîleya Newrozê têkildarî Kurdan çalakî li dar xist.

Mijara bingehîn a çalakiyan jî "Newroz" bû ku ji bo danasîna çand, ziman û muzîka gelê Kurd pêk hat.

Di çarçoveya çalakiyan de Newroz hate pîrozkirin. Bi navê Meclîsa Gelê Kurd Hevserok Elîf Sarican hate vexwendin. Elîf Sarican ji zarokên 5-7 salî re qala dîroka Newrozê kir.

Piştre jî stranên Newrozê yên Awazên Çiya ji bo zarokan hatin nîşandan. Zarokan jî li ber stranên Newrozê dans kir. Her wiha sînevîzyonek li ser Kurdan û Newrozê hate nîşandan. Di çarçoveya çalakiyan de pêşangeheke piçûk a ji wêneyên zarokan ên li ser Newrozê, hat nîşandan. Li dibistanê tevahiya hefteyê wê li ser Kurdan û Newrozê çalakî bêne lidarxistin.

ANF/LONDON

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.