Li Dêrazorê xebatên çaksaziyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Duşem 18 Adar 2024 - 00:56

ELÎ EREB / ANHA / DÊRAZOR

Ji bo pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehî û Îstqrarê li Dêrazorê, Komîteya Aboriya Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Dêrazorê 8 firne li kantonê vekirin. 

Hevseroka Komîteya Aboriya Civakî ya kantona Dêrazorê Meryem El Hemîdî got:"Di çarçovaya pêkanîna biryarên Kongreya Xurtkirina Ewlehiyê û Îstiqrarê ku li Dêrazorê li dar ketiye de, 8 firne hatin vekirin ji bo ku nan ji şêniyan re bê peydakirin." Li gorî Meryem, firneyên ku hatine vekirin barên şêniyan di peydakirina nan de sivik kir û got:"Gilî kêm bûne, xebat tê meşandin ji bo ku kalîteya nan baş bibe. Şopandina kalîteya ard, nan û xebitandina firneyên koperatîfan berdewam in." Komîteya Aboriya Civakî plansaziyan ji bo paşerojê, dinirxîne. Meryem eşkere kir ku di nava plansaziyê de, vekirina hingar, kargehên mast, penêr, savar û batarî hene.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.