Li cîhanê dem dema Ocalan e

Duşem 7 Cotmeh 2024 - 03:10

  • Li seranserî Ewrûpa û cîhanê salvegera komploya navneteweyî ya 9’ê Cotmehê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan, bi tevlîbûna Kurdan û dostên xwe, bi çalakiyên cihêreng tê pêşiwazîkirin.

Li welatên Spanya, Elmanya, Fransa, Avûstûrya, Swîsre û Yûnanîstanê, di çarçoveya pêngava ‘Ji Ocalan re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ de Kurd û dostên xwe, çalakiyên cihêreng lidarxistin.

ELMANYA

Komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan li bajarê Dieburg ê eyaleta Hessen a Elmanyayê bi meşekê hat şermezarkirin. Meşa ku ji aliyê Meclîsa Dieburgê ve hat organîzekirin, piştî demeke dirêj bi tevlîbûna gelê Kurd û dostên wan ên li herêmê, weke yekemîn çalakiya mezin hat tomarkirin. Ev meşa ku piştî deh salan hat lidarxistin, bi tevlîbûna xurt a Kurdistanî û dostên wan bal kişand. Bi sedan kes di meşa 3 kîlometre dewam kir de daxwazên xwe yên edalet û azadiyê anîn ziman. 

Li bajarê Bielefeld di çarçoveya pêngava "Ji Rêber Apo reazadî ji pirsgirêka Kurd re çareserî" de meşeke dirêj hat lidarxistin.

Meşa li bajarê  Almanyayê Bielefeldê ji îstasyona Biefeld Herfordê dest pê kir heta Hauptbahnhofê dewam kir. Kurd û dostên wan beşdarî meşa 14 kîlometreyî bûn. 

Li Freiburgê di çarçoveya kampanya 'Tîrêjên Rojê' de ku ji aliyê Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê ve hate destpêkirin, standa agahdarkirinê hate danîn. 

Li bajarê Kasselê jî li ser mijara kampanya ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan standa agahdarkirinê hate danîn. Li standê belavok û pirtûk hatin belavkirin.

SWÎSRE

Tevgera Ciwanên Şoreşger û Komuna Gel a Şehîd Çiyager Hêvî li herêma Rapperswil a bajarê Zurîh ê Swîsreyê ji bo danasîna fikrên Rêber Abdullah Ocalan stand vekirin. Li ser navê TCŞ'ê Jiyan Amed axivî û got:"Dewleta Tirk a faşîst nahêle Rêber Apo bi malbat û parêzerên xwe rehevdîtinê bike û hewl dide Rêber Apo ji cîhanê dûr bixe. Lê nikare pêşiya ramanên Rêber Apo bigire.”

Li bajarê Luzernê jî di çarçoveya kampanya "Tîrêjên Roje" bi daxuyaniya çapemeniyê û zincîra mirovan tecrîd hat şermezarkirin. Piştre Kurdistanî hatin ber Gola Luzernê û silav ji Îmraliyê re şandin. Piştî ku çalakî bi dawî bû, komek ciwan ala PKK'ê û posterê Rêber Abdullah Ocalan û pankarta "Freiheit für Öcalan, Freidenin Kurdistan" li ser Pira Seebrucke daliqandin.

Çalakiyên ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan li Zurîhê dewam dikin. Li bajêr bi vekirina standê derbarê tecrîdê de agahî hatin dayîn.

Kampanyaya "Tîrêjên Rojê” li Bîelê bi çalakiya standê dewam kir. Di standa ku ji aliyê Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan ve li qada Zentralplatzê hat vekirin de, jinan nêrînên Abdullah Ocalan ji derdorê re vegotin û belavok belav kirin.

Li bajarê St. Gallenê bi mijara 'Rêbertî û Sosyalîzma Demokratîk' panelek û bi mijara 'Abdullah Ocalan û Şoreşa Rojava' pêşangeheke wêneyan hatin lidarxistin. 

FRANSA

Li bajarê Draguignan ê Fransayê bi beşdariya parêzerê Rêber Abdullah Ocalan Omer Guneş civîneke gel hat lidarxistin. Di civîna ku tecrîd hat nirxandin de gel eleqeyek mezin nîşanî da.

Di civînê de peyamên berfirehkirina têkoşîna ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd hatin dayîn.

AVÛSTÛRYA

Kurdistaniyên li Hauplatz a bajarê Graz ê Awûstûryayê li hev civiyan, tecrîd û komploya navneteweyî ya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kirin. Belavokên bi zimanê Elmanî yên têkildarî bêdengiya saziyên navneteweyî hatin xwendin û belavkirin. Di çalakiyê de peyama berfirehkirina pêngava ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin hat dayîn.

ÎNGÎLÎSTAN

Li paytexta Îngîlîstanê Londonê .alakiya ku her hefte bi dirûşmeya "Ji girtiyên nexweş re azadî, li dijî tecrîdê têkoşîn" tê lidarxistin, di çarçoveya pêngava "Ji Abdullah Ocalan re azadî" hat lidarxistin. Çalakiya vê hefteyê diyarî pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî hat kirin.

SPANYA

Li bajarê Barcelona ya Katalonyayê li navenda CÎEMEN a ku saziyên ku ji bo entegrasyon û bihêzkirina koçberan dixebite semînera bi navê "Xweseriya Gelan û Ziman" hat lidarxistin. Di semînera ku ji gelên Amazîgh, Roman, Katalan û Kurdistanî beşdar bûn de êrîşên li ser ziman û nasnameyê, stratejiya xweparastinê û pêdiviyên taktîk ên gel hatin parvekirin.

Di semînera ku têgîna 'neteweya demokratîk' a Rêber Abdullah Ocalan hate nîqaşkirin de, qirkirina çandî ya netew dewletan a li ser nasnameyan hat nirxandin. Di çarçoveya pêngavê de ciwanan li bajarê Llieda yê Katalonyayê çalakî li dar xistin. Di daxuyaniya ciwanan de hat gotin ww weke şêniyên bajarê Lleida tevlî pêngava ji Abdullah Ocalan azadî bûne û gotin:"Êrîşên dewleta Tirk naqedin û biryarên DMME'yê jî nayên cihanîn. Em bang dikin ku li dijî tecrîda dijhiqûqî û dijmirovî bisekinin.” Piştî daxuyaniyê pankartên “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya aştiyane", "Azadiya wî azadiya me ye" û "Azadî wê bi ser bikeve" li qadên qelebalix ên bajêr ji aliyê ciwanan ve hatin daliqandin û li ser dîwarên bajêr wêneyên Rêberê Gelê Kurd hatin xêzkirin. Sendîkaya Yekbûyî ya Karkeran (CUT) ya girêdayî Sendîkaya Karkerên Cîhanê (FSM) jî piştgirî da çalakiyê û wiha hat gotin:“Em daxwaza azadiya Abdullah Ocalan dikin." Kovara Entalto ya girêdayî sendîkaya CUT'ê cih da afîşa 1-11'ê Cotmehê û bang li hemû endamên xwe kir ku tevlî pêngava ji Abdullah Ocalan re azadî bibin.

SWÊD

Li navenda bajarê Helsînborg ê Swêdê Kurd û dostên wan li hev civiyan û ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî li dar xistin. Çalakgeran dirûşmeyên “Bijî Serok Apo” berz kirin, xiyaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk jî şermezar kirin. 

YÛNANÎSTAN

Di çarçoveya rojên çalakiyê yên navneteweyî de ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan, li paytexta Yewnanistan Atînayê çalakî pêk hat. Di çarçoveya festîvala salane ya Sendîkaya Rocinanteyê de li Şanoya Embrosê têkildarî bandora faşîzm û populîzma rastgir li ser çîna karker û tevgerên karker panelek hate lidarxistin. Di panelê de li ser avakirina enternasyonalîzmeke nû ya di çarçoveya konfederalîzma demokratîk de nîqaş hatin kirin. Qisekeran ji bo meşa 11'ê Cotmehê ya li Atînayê û çalakiyên din banga tevlîbûnê kirin.

Li Festîvala Nea Aristera (Çep a Nû) ku her sal tê lidarxistin, di çarçoveya azadî ji Rêber Abdullah Ocalan re stant hate danîn.

Di çalakiyê de qala tecrîda li Îmraliyê û têkoşîna li dijî tecrîdê û ji bo misogerkirina azadiya Abdullah Ocalan hate kirin. Di 5'ê Cotmehê de li Navenda Civakî ya Altaiyê, semînerek bi beşdariya nûnerên pênc rêxistinên cuda hate lidarxistin.

Di semînerê de her wiha ji bo konferansa 9'ê Cotmehê ya Baroya Atîna û Buroya Hiqûqê ya Sedsalê û meşa navendî yıa 11'ê Cotmehê ya li Atînayê banga tevlîbûnê hate kirin.

Çalakiya hevpar a jinan

Li bajarê Marsîlya yê Fransayê endamên koroyek herêmî û tora Jineolojiyê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. Di çarçoveya rojên kurevî yên çalakiya ji Abdullah Ocalan re azadî de îstasyona St-Charles a Marsîlyayê çalakiyek hate lidar xistin. Endamên koroya La Lutte Enchentee û tora Jineolojiyê azadiya Abdullah Ocalan xwestin. Di çalakiyê de bal hat kişandin li ser tecrîta ku 25 sal in didome û bêdengiya navnetewî jî hate protesto kirin.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.