Li cem wî dest avêtin jinbira wî

Sêşem 28 Hezîran 2022 - 21:50

  • Li gundekî kantona Girê Spî ya dagirkirî, leşkerekî Tirk dest avêt hevsera birayê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî”. 

Li gundekî kantona Girê Spî ya dagirkirî, leşkerekî Tirk dest avêt hevsera birayê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî”. Piştî ku heqaret li wî jî hat kirin, serokê meclisê 9 welatiyên gundê xwe radestî dagirkeran kirin.

Çavkaniya ji Girê Spî beriya kite bi kite behsa bûyer û qewmînan bike, dibêje, “Yê xwe difiroşe dagirkeran, rûmeta xwe winda dike û erzan dibe.

Ew tenê fermanan pêk tîne, li pêş çavên wî destdirêjî li malbat û xizmên wî tê kirin, lê newêre dengê xwe bike”. Wî got, leşkerekî Tirk dest avêtiye hevjîna Salih El-Hac Ebdullah. Salih El-Hac Ebdullah jî biaryê serokê 'Meclisa Herêmî ya Girê Spî' ya ser bi dagirkeriya dewleta Tirk e. 

Li gorî çavkaniyê, dema ku dewriyeyeke dagirkeriya Tirk û çeteyên wê “Polêsên Sivîl” bi ser mala welatiyekî li gundê Xirbet El-Boz ê Girê Spî de girt bi îdiaya ku hevkarê hikûmeta Şamê ye, bûyer pêk hatiye. Kesê ku dagirker lêdigeriyan bi xwe reviyaye.

Çavkanî ragihand ku jin û zaork li dora dewriyeyê kom bûne. Leşkerekî dewleta Tirk dijûn li jinan kirine, û bi porê jinekê girtiye û kişandiye.

Hate zanîn ku ew jin Inûd El-Fert e û hevjîna birayê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” ya dagirkeriyê ye. Hingê serokê meclisê dest werdide meselê, lê belê leşkerên Tirk heqaretê li wî jî dikin û henekê xwe bi peywira wî dikin.

Biraziyê xwe jî da dest dagirkeran

Çavkanî da zanîn ku li ser bûyerê, waliyê Tirk bang li serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” Salih El-Hac Ebdullah kiriye, ew rezîl û riswa kiriye û gef lê xwarine da ku di 24 saetan de kesên tên xwestin, radest bike. El-Hac Ebdullah ji bo peywira xwe ji dest nede, 9 welatiyên gundê xwe radestî dagirkeran dike.

Ji kesên hatine radestkirin, navên van kesan hatin zanîn: Ehmed El-Xelîl, Muhened El-Mistefa û biraziyê serokê “Meclisa Herêmî ya Girê Spî” Ebo Faris. 

ANHA/EYN ÎSA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.