Li Fransayê çalakî û protestoyên li hemberî reform û qanûna ku temenê teqewîtbûnê ji 62 salan derdixe 64’an, dewam dikin. Li ser dewamkirina van çalakiyan, walîtiya Alpes-Maritimes ya Cannesê da zanîn ku wan li herêma ku Festîvala Cannesê lê wê were lidarxistin, biryara qedexekirina çalakiyan daye.
Walîtiya Cannesê ev biryara xwe piştî hişyarkirina Sendîkaya Giştî ya Rêxistina Kedê (CGT) da. CGT´ê gotibû, “Em ê li Cannesê elektrîkê qut bikin”. Festîval Cannesê ya 76’an dê di navbera 16 û 28’ê Gulanê de were lidarxistin û qederê 120 hezar kes tevlî festîvalê bibin.
Biryara qedexekirina çalakiyan ya walîtiyê dê heta 28’ê Gulanê ango roja dawî ya festîvalê dewam bike û kes wê nikaribe li herêma Festîvala Cannesê, çalakiyan li dar bixe.
CGT´ê li ber reforma ku temenê teqewîtbûnê kire 64 sal, radibe û ji bo ev reform neyê qebûlkirin li gelek herêmên Fransayê çalakiyan organîze dike. Di vê çarçoveyê de wan organîzatorên festîvalê hişyar kiribûn û gotibû, “Em ê di dema festîvalê de elektrîka we qut bikin!”
CANNES