Xelkê Helebce ji rewşa xirab a bajarê xwe bifikar in û dibêjin, bazar bi temamî vala bûye, kar û debar tê de nemaye. Herwiha Helebceyî ji vê rewşê hikûmet û rayedarên kabîneya hikûmeta Hewlêrê ya Mesrûr Barzanî berpirsyar dibînin.
Berpirsên YNK’ê jî çendîn caran ragihandine ku Hikûmeta Hewlêrê herêma Silêmaniyê paşguh kiriye û ev jî sedema sereke ya nakokiyên di navbera PDK û YNK’ê ye.
Rewşa xelkê nabînin
Parêzgeha Helebce yek ji wan herêman e ku baca siyaseta hikûmetê dide. Li gorî nêrînên Hadî Ehmed ê Helebceyî, abora xelkê qet baş nîne, bazar bi temamî vala bûye, kar û dikandarî li bajêr nemaye.
Hadî Ehmed têkildarî mijarê got, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û berpirsên vê kabîneyê ji vê rewşa xirab a xelkê berpirsyar in. Gelo berpirs û rayedar nikarin bên li cade, rê û rewşa xirab a jiyana xelkê binêrin, zanibin gelo pirsgirêkên xelkê hene yan na? Lê dahat û maldariyeke mezin ya van berpirsan heye.”
Xizmên xwe dixin şirketan
Ehmed Husên jî got;“Yê ku herî kêm mûçeyekî wî/wê nebe, jiyana wî bi temamî xirab e. Kar û dikandarî li bazarê qet nemaye. Her şirketa ku li vir dixebite jî, ya partiyên wana ye. Lewra kes û xizmên xwe di van şirketan de didin xebitandin û nahêlin xelkê din sûdê ji karê van şirketan bibînin. Abora li bazarên Helebceyê gelekî xirab e. Serokê hikûmetê û cihgirê wî ji vê rewşê berpirsyar in.”
ROJNEWS/HELEBCE