- MA Musicê bernameya xwe ya ji bo yekemîn salvegera damezrandina Zarok Ma'yê eşkere kir. Zarok Ma par ji bo zarokên temenê wan di navbera 0-5 salan de hatibû avakirin.
MA Musicê bernameya xwe ya ji bo yekemîn salvegera damezrandina Zarok Ma'yê eşkere kir. Zarok Ma par ji bo zarokên temenê wan di navbera 0-5 salan de hatibû avakirin.
MA Music dê di 29'ê Hezîranê de merasîma mezûnbûnê û destûrnameyê li dar bixe û di çarçoveya bernameya diyarkirî de hin atolyeyan û semîneran li dar bixe.
Bernameya MA Muzîkê wiha ye:
- 29’ê Hezîranê: Li Akademeiya MA Musicê merasîma mezûnbûnê û destûrnameyê (19:00)
- 2’ê Tîrmehê: Bernameya mezûnbûnê ya Zarok Ma'yê û Dîwana Zarokan (18.00)
- 3’ê Tîrmehê: Konsera Koma Zarok MA û Orkestraya Rîtma Xwezayî ya Xwendekarên Akademiya Zarokan a MA Musicê (18.00)
- 6 û 7’ê Tîrmehê: Konsera Koma MA û Orkestraya Muzîk Malî ya Silêmaniyeyê (20:30)
- 2 û 7’ê Tîrmehê: Semînerên li ser muzîka Kurdî û atolyeyên ji bo Keman Viyolayê dê bên lidarxistin.
MA/AMED