Li 2 paytextan ‘Meşa Azadiyê’

Duşem 5 Sibat 2024 - 01:45

  • Ciwanên TEKOJIN û TCŞ’ê li paytexta Holanda Amsterdamê û paytexta Elmanya Berlînê ‘Meşên Azadiyê’ lidarxistin. Di meş û mîtînga ku li bajarê Draguignan ê Fransayê hat lidarxistin jî, banga beşdariya çalakiya li Mannheimê bê lidarxistin hate kirin.

Tevgerên Ciwanan ên li Ewrûpayê, bi nêzîkbûna salvegera komploya navneteweyê ya 15’ê Sibatê lez dan çalakiyên xwe. 

Di meşên ku ciwan jê re pêşengiyê dikin, banga beşdarbûna meşa navendî ya 17’ê Sibatê ya li Kolnê bê lidarxistin hate kirin. Dostên Kurdan ên li Ewrûpayê jî beşdariyeke xurt li meşên li Berlîn û Amsterdamê kirin. Di meş û mîtînga ku li bajarê Draguignan ê Fransayê hat lidarxistin jî, banga beşdariya çalakiya li Mannheimê bê lidarxistin hate kirin.

Dostên Elman jî di çalakiyê de bûn

Di roja destpêkê ya meşê ya li paytexta Elmanya Berlînê hate lidarxistin de, li qada Oranienplatzê, destpêkê ji bo şehîdên azadiyê rêz hate girtin. Ciwanên Kurd di meşê de tecrîdkirina Rêber Abdullah Ocalan rûreş kirin. Di daxuyaniya beriya meşê de, peyam hate dayîn ku heta azadiya fizîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, ciwan wê hertim li meydanan bin. Endam û nûnerên Jugend Kommune Berlin, Franktionsvorsitzende der Linke Neukoln, Meclîsa Jinê ya Dest Dan, Meclîsa Nav Berlîn û dostên Kurdan jî tevlî çalakiyê bûn.

Em li dora Rêbertiya xwe dibin xelek

Herwiha di daxuyaniyê de hate ragihadin:’’Bi komployê xwestin di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de, gelê Kurd biçewisînin, qirr bikin. Lê li hemberî vê Rêber Abdullah Ocalan bi sekna xwe û paradîgmaya çareseriya demokratîk ku daniye holê, komplo pûç kir. Ev 3 sal in Rêber Abdullah Ocalan dibin tecrîdeke mutleq de ye û ti agahî jê nayê girtin. Em weke endamên TEKOJIN û TCŞ, li dora Rêbertiya xwe dibin xelek û heta azadiya wî ya fizîkî, em ê hertim li meydanan bin.’’

Di çalakiyê de siyasetmedar Sîbel Yîgîtalp jî axivî û got:’’Çi dibe bila bibe, heta tecrîda mutleq a li ser birêz Ocalan rabibe û bi fizîkî azad bibe, em ê têbikoşin. Meşa ciwanan a li Berlînê li meydana Alexanderplatzê destpêkir û li Bradenburger Torê bi mîtîngekê bidawî bû. 

Ciwan li Amsterdamê jî meşiyan

Li bajarê Amsterdarm ê Hollandayê jî ciwanên TCŞ û TEKOJIN’ê, li dijî tecrîdkirina mutleq a Rêber Abdullah Ocalan meşiyan. Ciwannan beriya meşê, di şexsê Şehîd Erdal Şahîn û Şehîd Rojhat Zîlan de, ji bo tevahî şehîdên Kurdistanê rêz girtin. Beriya meşê bi navê Meclîsa Ciwanan a Şehîd Çekdar Canfeda ya Hollandayê, Ahmet Şahîn axivî û got:’’Divê dewleta Tirk a dagirker bizane, heta roja me geş nebe, ew ê gelê Kurd meydanan neterikîne. Çi dibe bila bibe, sala 2024’an wê bibe sala azadiya fizîkî ya Rêber APO.’’

Li Draguignanê banga Mannheimê

Li bajarê Draguignan ê Fransayê jî bi pêşengiya TCŞ û TEKOJIN’ê, Kurd û dostên xwe, bi posterên Rêber Abdullah Ocalan û alên PKK’ê meşek lidarxistin. Di çalakiyê de bi navê TCŞ’ê Mehmet Kaya axivî û got:’’Rêber APO di bin tecrîdeke giran de, bi berxwedaneke bê hempa têdikoşe. Ji bo azadiya fizîkî ya Rêber APO, berpirsiyariyeke mezin dikeve ser milên gelê Kurd û tevahî ciwanên Kurd.’’ Kaya di axaftina xwe de, ji bo meşa dirêj ya li bajarê Mannheim a Elmanyayê ku wê di 9’ê Sibatê de destpê bike, bang li herkesî kir û wiha got:’’Bi rihê seferberiya pêngava ‘Ji Rêber APO re azadî, ji meseleya Kurd re çareseriya siyasî’ em tevahî gelê Kurd vedixwînên xwedî li Rêber APO derkevin û tevlî meşa dirêj bibin. Ji ber vê yekê em dibêjin ku, heta azadiya fizîkî ya Rêber APO pêk bê, em bi hemû hebûna xwe li meydanan bin û meydanan neterikînin.’’

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.