‘Lehengên Sedsala’ sansur jî têk bir!

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Îlon 2022 - 22:33

  • ´Youtube´yê strana 'Lehengên Sedsala' ji weşanê rakir ku Berbanga Rojava ji bo gerîlayên azadiyê çêkiriye.

´Youtube´yê strana 'Lehengên Sedsala' ji weşanê rakir ku Berbanga Rojava ji bo gerîlayên azadiyê çêkiriye. Klîpa

'Lehengên Sedsala' ku strana nû ya koma muzîkê ya Berbanga Rojava ye, ji aliyê Youtube ve ji weşanê hate rakirin.

Koma muzîkê ku li Rojava di bin sîwana Kolektîfa Yapicilar de dixebite, li ser gerîlayên azadiyê yên ku li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk berxwedaneke dîrokî dikin, straneke nû amade kiribû. Stran li ser têkbirina dewleta Tirk e.

Klîpa stranê ya ku êvara 7'ê Îlonê hate weşandin, ji ber dîmenên berxwedana gerîla di demeke kurt de ji aliyê Youtube ve ji weşanê hate rakirin. Youtube ji bo sedema rakirina ji weşanê jî îdîa kir ku 'Rêxistinên sûc ên tundiyê bi kar tîne’, hatiye weşandin.

Koma muzîkê ya Berbanga Rojava îtiraz li Youtubeyê kir. Kolektîfa Yapicilar jî stran li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal (@FilmYapicilar) parve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.