Lêgerînvanê heqîqetê

Sêşem 28 Gulan 2024 - 03:15

  • Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê piştî şerekî dijwar fermandarê gerîla Reşîd Serdar şehîd bû.

HPG’ê fermandarê şehîd Reşîd Serdar bi bîr anî. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de, wiha got: “27’ê Gulana 2020’an li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, şerekî dijwar bi dijmin re qewimî û piştre di encama êrîşên hewayî de fermandarê me yê hêja hevrê Reşîd Serdar şehîd bû. Hevrêyê me Reşîd ku lêgerînvanekê heqîqetê bû, anî ziman ku wateya jiyanê di nava PKK’ê de dît. Di tevahiya jiyana xwe ya şoreşgeriyê de, ji xwe re esas girt ku bi pîvanên mîlîtaniya Apoyî bijî. Ji bo vê yekê xwe bi fikrên Rêber Apo û bîranînên hevrêyên xwe yên şehîd, perwerde kir û xurt kir. Hevrêyê me Reşîd di ferqê de bû ku li welatekî dagirkirî, jiyana azad ne pêkan e. Lewma ti carî tehemûlê heyîna dewleta Tirk a li welatê me Kurdistanê nekir. Hevrêyê me ji bo ku zarokên Kurd li welatekî azad bijîn, berpirsyarî girt ser xwe û ji bo vê yekê jî xwe ji têkoşînê neda paş. Bi hişmendiya ‘wezîfeya bavitiyê ya herî pîroz eve’, tevgeriya. Li ser vê esasê hevrêyê me Reşîd bê rawestan û bê teredut, têkoşiya û ji hemû gelê me re bû milîtanekî Apoyî.

Di salvegera şehadeta wî de, em car din milîtanê Apoyî hevrêyê xwe yê hêja Reşîd Serdar bi rêzdarî û minetdarî bi bîr tînin û soza xwe nû dikin ku bîranîna wî bidin jiyîn. Bi van hestan di serî de keça hevrêyê me Reşîd, Semîra û malbata wî ya hêja, em ji hemû gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxiyê dixwazin.”

Zewac li pêş nebû asteng

Hevrêyê me Reşîd Serdar li herêma Nordiz a girêdayî Payîzava ya Wanê, di nava malbateke welatparêz de hat dinê. Hevrêyê me demekê ji Kurdistanê dûr, li metropolên Tirkiyeyê jiyan kir. Di vê pêvajoyê de dest bi naskirina rastiya dijmin kir. Hevrêyê me hêdî hêdî siyaseta qirkirinê ya ku dijmin li hemberî gelê me dimeşîne, derxist zanebûnê û fêm kir ku şêwazê jiyana herî rast, girêdayî cewherê xwe mayîne. Fikirî ku ev yek jî li ser xaka ku lê ji dayik bûye û mezin bûye, yanî li Kurdistanê pêkan e. Li ser vî bingehî hevrêyê me vegerî Kurdistanê û li ser xwesteka malbata xwe zewicî. Her çendî ku bi vê zewacê hatibe xwestin lêgerîna hevrêyê me Reşîd a ji bo azadiyê bê astengkirin jî, hevrêyê me lêgerîna xwe ya jiyana azad domand. Gihişt wê rastiyê ku bersiva lêgerînên wî di felsefeya Rêber Apo de ye. Lewma hevrêyê me dest bi xwendin û fêmkirina parêzname û perspektîfên Rêber Apo kir. Biryar da ku têkoşîna xwe hîn mezintir bike. Hevrêyê me Reşîd tevî ku zewicî bû û zarokek wî hebû, xwe li hemberî gelê me berpirsyar hîs kir û diyar kir ku hemû zarokên Kurd heq dikin ku li welatekî azad bijîn. Ji bo afirandina welatekî ku mirov bikare lê bijî, berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêyê me Reşîd terbiye û çanda ku ji malbata xwe wergirtî, bi felsefeya Apoyî re kir yek û hîna ji roja destpêkê ve bi kesayeta xwe ya dagirtî rêzdariya hemû hevrêyên bi dest xist. Hevrêyê me Reşîd karî di demeke kurt de pêşketinên girîng di kesayeta xwe de ava bike. Di pêvajoya Berxwedana Rêveberiya Xweser de bi Şehîd Demhat Faraşîn re li qada Wanê di rêxistinbûna berxwedanê de cih girt. Bi têkoşîna xwe, xwest ji berxwedana ku li Sûr, Cizîr, Nisêbîn û gelek cihên din tê meşadin re bibe bersiv. Hevrêyê me di nava xebatên lê cih girtî de, bi tarzê xwe yê disîplînê derket pêş. Ji bo ku gelek xebatên krîtîk bigihije serketinê, ked da. Hevrêyê me Reşîd qasî 2 salan li qada Wanê bû xwedî pratîkek serketî û piştre ji bo hin xebatan derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû. Hevrêyê me Reşîd ku her tim berê wî li Bakurê Kurdistanê bû, bi wezîfeya xwe ya fermandariya herêmî re careke din derbasî Bakurê Kurdistanê bû. Hevrêyê me ku berê xwe da herêma Nordiz ê lê ji dayik bû, mezin bû. Erdnîgariya wê nas dikir, li ser esasê girêdana bi şehîdan re tevahî xebatên ku tê de cih girt mezin kir û pêş xist. Hevrêyê me Reşîd li herêma Wanê di nava gelek çalakiyên li dijî dijmin de cih girt û ked da. Bi fedakarî û cesareta xwe bû milîtanekî Apoyî ku ji aliyê hemû hevrêyên xwe ve mînak bê girtin.”

Agahiyên derbarê nasnameya gerîlayê şehîd, wiha ne:

Reşîd Serdar (Mûstafa Ertaş), li Wanê jidayîk bûye, 27’ê Gulana 2020’an li Wanê şehîd bû.

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.