Kuştin û êrişî cenaze jî kirin
Sêşem 21 Kanûn 2021 - 22:18
- Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku li Hepsa Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê hate qetilkirin, di bin dorgirtina polêsan de hate veşartin.
Cenazeyê Vedat Çem Erkmen ê ku li Hepsa Tîpa F Hejmara 2 a Tekîrdagê hate qetilkirin, di bin dorgirtina polêsan de hate veşartin. Di dema veşartina cenaze de helwêsta hêzên dewleta Tirk a dagirker ne insanî bûn.
Cenazeyê Vedat Çem Erkmen bi şertê ku tenê endamên malbatê lê amade bin bi merasîmekê li bajarokê Bazarcix ê navçeya Dîgorê ya Qersê hate veşartin.
Cenaze di bin zext û zordariya polêsan de doh serê sibehê birin bajarokê Bazarcixê yê Qersê.
Mela melatî nekir
Lê beriya ku cenaze were veşartin, dewleta Tirk nehişt ku cenaze bibin mizgeftê. Melayê mizgeftê talîmata Miftîtiya Bajêr sedem nîşan da û nehişt ku cenaze bibin mizgeftê. Her wiha sela jî nexwend. Ne tenê ev, her wiha ji bo taziyê, kon jî neda. Li ser vê malbatê li depoyeke piçûk sersaxî qebûl kirin.
Birayê Vedat Erkmen, Sayim Erkmen got, bêyî malbat û parêzeran otopsî hatiye kirin. Erkmen got, birayê wî li hicreya yek kesî miriye û got, ''Dibêjin xwe bi benekî ve bi dar ve kiriye. Di hicreyên yek kesî de zor e ku mirov ben bibîne. Çawa dibîne. Em bawer nakin ku birayê min xwe kuştibe.”
Ji hêla polêsan ve li ser revandina cenaze ji Stenbolê û zexta polêsan a heta Qersê Erkmen helwêst nîşan da û got, “Hevalê Vedat ev heq nedikir. Ji ber ku tevlêbûn kêm bû, em hinekî dilşikestî bûn”. Li ser astengkirina hewcehiyên dînî jî Erkmen got, ''Li nav dîn tiştekî wiha nîne.''
Polês û leşkeran ketin û derketina bajarok beriya veşartina cenaze girt. Piştî bicihanîna wecîbeyên olî di bin zexta polêsan de cenaze birin goristana bajarok.
Destûr hate dayîn ku tenê endamên malbatê tevlî merasîmê bibin. Piştî ku cenaze hate veşartin jî polês û leşker li bajarok man.
QERS