- Kurtefilma bi navê 'Ber bi rû' ji berhemên herî bi bandor bû ku di dema Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê hat nîşandan. Ew di ser tabloyeke xwezaya Efrînê û xirakirina wê bi destê dagirkeran, rewşa koçberên ji Efrînê li Şehbayê nîşan dide.
XANDÎ ELO
ANHA/ŞEHBA
Kurtefilma "Ber bi rû" yek ji wan filman e ku bandoreke taybet li şêniyên Efrînê yên li Kampên Şehbayê kiriye. Derhênera filmê Zîlan Silêman e, û film 8 deqîqeyan dirêj e. Film li ser çîroka du zarokan e ku tabloyekê li ser konê malbateke koçber li kampa Serdem a kantona Şehbayê xêz dikin. Tablo li ser xwezaya Efrînê û darên Zeytûnan e, li aliyê din jî rûxandin û erdekî zuwa û balafirên şer wê xwezaya xweşik xira dikin.
Di tabloyê de îşaret bi hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê tê kirin, her wiha tê destnîşankirin ka çawa şêniyên Efrînê herêma Şehbayê ji xakeke zuwa veguherandin bihuşteke heşîn. Di film de her wiha dîmenên topbarana li dijî Efrînê û koçberiya şêniyan li ser çiyayê Lêlûn ber bi kantona Şehbayê ve, diyar dibe. Fil di nava filmên li Mihrîcana Lêlûna Sînemayê de hat nîşandan, yek ji wan bû ku herî zêde tesîr li temaşekeran kir.
Li ser mijarê, endama komîteya amadekar a Mihrîcana Lêlûn a Sînemayê ya Navneteweyî û derhênera filma "Ber bi rû" Zîlan Silêman ji me re peyivî.
Derhênera filmê Zîlan Silêman, got, "Film li ser topbaran û rûxandina xwezaya Efrînê bi balafirên şer ên Tirkiyê û ziyana ku van balefiran gihandiye şêniyên Efrînê ye. Her wiha film behsa birîna darên Efrînê û şewitandina wan bi destê çeteyan dike.
Li aliyê din jî fil nîşan dide ka şêniyên Efrînê daran li herêma Şehbayê çawa diçînin, û ev jî peyamek e ku dibêje, şêniyên Efrînê kuştinê naxwazin, aştî û ewlehiyê dixwazin. Her wiha peyameke din film dide, ew jî ew e ku vîna şêniyên Efrînê xurt e û dev ji Efrînê bernadin, mayîna wan li kantona Şehbayê jî maneya wê têkoşîn û israr e."
Tesîr li xelkê Şehbayê kir
Zîlan dibêje, filmê tesîreke mezin li temaşekeran kiriye: "Filmê bandoreke mezin li şêniyan kir. Temaşekeran 58 rojên berxwedanê li Efrînê anîn bîra xwe. Heke berhema mirov bandorê li derdorê bike, hesteke wiha dide mirov ku wî di aliyê hunerî de tiştekî mezin pêşkêş kiriye."
Mirov welat ji bîr nake
Şêniya bi navê Emîne Dîngilî jî wiha behsa filmê kir: "Filma ´Ber bi rû´ bîranînên me yên rojên berxwedanê, topbaranê û koçberiya ber bi Şehbayê ve anîn bîra me. Em bi ku ve biçin, em ê ji bo welat têbikoşin. Tabloya li ser konê malbateke koçber hatiye xêzkirin, 58 rojên berxwedanê û ev roj çawa di ser Efrîniyan re bihurî ne, şirove dikin. Her wiha destnîşan dike ka çiqasî mirov dûrî welatê xwe bibe jî, welatê xwe ji bîr nake."