- Li Bakurê Kurdistanê saziya MED-DER heye ku kursên zimanê Kurdî dide û xelkê fêrî zimanê Kurdî dike. Komeleya ziman bi kursên havînê dixwaze dersên Kurmancî û Kirmanckî bide. Ew bi 12 polên havînê li hember asîmîlasyonê disekinin û heta havîn biqede dê kursên xwe bidomînin.
Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) bi salane ji bo parastin û pêşvebirina çand, ziman û dîroka Kurdî xebatên girîng bi rê ve dibe. MED-DER çar demsal bênavber xebatên ji bo zimanê zikmakî dibe serî. Her çiqas havîn be jî lê kursên wê vekirîne û kursên Kurdî ji 11’ê meha Tîrmehê ve didomin. Ev kursên dersên Kurmancî û Kirmanckî dê heta meha Îlonê dewam bikin. MED-DER’ê da zanîn ku nêzî 350 kes tev li kursên wan dibin. Du polên zarokan hene û 10 pol jî yên şagirtên mezin in. Her wiha perwerde hem rû bi rû hem jî online tê dayîn.
Welatiyên ku beşdarî kursên MED-DER’ê bûne bal kişandin ser polîtîkayên asîmîlasyonê û destnîşan kirin ku ji bo parastina zimanê Kurdî kurs û perwerdehî pirr girîng e.
Li hember zextan fêrî ziman bibin
Nivîskar Burhan Babaoglû diyar kir ku wî pirtûk bi Tirkî nivîsandine ji bo ji niha şûn ve bi berhem ango pirtûkên xwe bi Kurdî binivisîne beşdarî kursê bûye û got: “Zimanê min hebûna min e. Heke ku Kurdistan zimanê xwe ji bîr bike wê hebûn û mirovatiya xwe jî ji bîr bike. Ji ber polîtîkayên asîmîlasyonê yên li ser zimanê Kurdî tu demê Kurdî nebûye zimanê jiyanê û bazarê. Divê em bi zimanê xwe bixwînin û binivisînin. Divê Kurdî her zindî be. Her kesê dibêje ez Kurd im, divê xwedî li zimanê xwe derkeve û belavî nav jiyanê bike. Em vê pêk bînin wê tu zext û polîtîkaya asîmîlasyonê nikaribe zimanê me tine bike. Divê hemû heval û hogirên me bi vê hişmendiyê beşdarî kursan bibin. Ez dixwazim werin kursê û xwe di warê ziman de li pêş bixin.”
Beşdarî kursên MED-DER’ê bibin
Ji şagirtan Nejat Aslan jî anî ziman ku ew di axaftina bi Kurdî de zehmetiyan dikişîne û got: “Lewma zimanê me girîng e. Divê xwedî li ziman û çandê bê derketin. Divê ziman û çand li ser vê axê her hebe û dewam bike. Ji bo ziman tine nebe, divê hemû kes xwedî lê derkeve û beşdarî kursên MED-DER’ê bibin.”
Kêmasiyên xwe temam dikim
Rohat Çapin ê ku xwendekarê beşa hiqûqê ye jî beşdarî kursa Kurdî bûye û destnîşan kir ku di dîrokê de polîtîkayên asîmîlasyonê yên li hember Kurdî ti carî nesekinîne û got; “Perwerdehiya bi zimanê Kurdî gelek girîng e. Ji bo ez xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkevim û dikaribim pê biaxivim û binivisînim, beşdarî kursê bûm. Kêmasiyên min hene, dixwazim van kêmasiyên min temam bibin. Divê mirov ziman û çanda xwe ji bîra neke. Ji ber vê yekê divê her kes xwedî li zimanê xwe derkeve.”
Min dereng ferq kir
Nûrettîn Ezgî jî anî ziman ku piştî ew jî gund koçî bajêr kiriye zimanê xwe yê zikmakî ji bîra kiriye û sedema beşdarbûna xwe ya ji bo kursan bi van hevokan rave kir; “Hema bêje min Kurdî ji bîra kiribû. Min vê kêmasiyê gelek dereng ferq kir. Lewma ez hatim kursê û min xwest ez van kêmasiyên xwe temam bikim. Heke em Kurd bin û em nikaribin bi zimanê xwe biaxivin, ev ji bo me pirsgirêkek gelek mezin e û ji bo pir derengî nekeve perwede pêwistiyek bû. Divê her kes Kurdî hîn bibe.”
Li hember asîmîlasyonê rabin
Elîf Çoban a xwendekara fakûlteya hiqûqê ya Zanîngeha Dîcleyê jî anî ziman ku ji bo ew xwedî li zimanê xwe yê zikmakî derkeve û di pîşeya xwe de karê xwe bi Kurdî bi rê ve bibe beşdarî kursê bûye û got: “Kurdiya min pirr ne baş bû. Ev ji bo min pirsgirêkek gelek mezin bû. Ez li Amedê hiqûqê dixwînim û heke ez bi gelê xwe re eleqedar bibim divê ez baş bi Kurdî dizanibim. Dayik û bavên me bi Kurdî diaxivin lê zarokên wan bi Tirkî diaxivin. Ev parçeyek asîmîlasyonê ye. Divê em li ber vê rabin.”
Kurdî bûye plana duyem
Fatîh Unal jî diyar kir ku Kurdî di jiyana rojane de bûye zimanê duyem û got: “Ez dizanim bi Kurdî biaxivim. Lê belê di warê nivîsandin û xwendinê de gelek kêmasiyên min hene. Ji ber ku li her derê bi Tirkî tê axaftin zimanê me bûye zimanê duyemîn. Ji bo ez van kêmasiyan temam bikim hatime kursê. Ji bo zimanê me winda nebe divê her kes li mala xwe, bi zarok û malbata xwe re bi Kurdî biaxivin.”
MA/AMED