Kurê xwe yê mirî bi bîr anî

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 3 Çile 2023 - 02:40

Derhênerê navdar ê Meksîkayî Alejandro González Iñárritu ji bo filmê xwe yê nû “Bardo, falsa crónica de unas cuantas verdades” (Bardo, rojnivîska çend rastiyên serobero) ji rojnameya “El Pais” ya Spanyayê re peyivî û got, “min kurê xwe yê mirî teswîr kir û bi vê yekê min xwe azad hîs kir.”

Alejandro González Iñárritu da zanîn ku senaryoya filmê wî yê nû ji ber têkiliyên xwe yên bi bavê xwe re, zehmetiyên ku di nav jiyanê de wî kişandine û zarokê xwe yê ku wî ji dest daye, girtiye û film şopên rastiyê dihewine. Alejandro González Iñárritu got, wî xwe bi temamî teslîmî filmî kiriye û tiştekî ku ji xelkê veşêre yan jî şerm bike, tine ye. 

Alejandro González Iñárritu derbarê filmê xwe de got, “Beriya 25 salan min lawekî xwe winda kir. Hîna pitik bû, dema ew mir. Ez pirr şikestim û giraniyek li ser min çêbû. Jiyan bi vî awayî hin derzan di ruhê meriv de çêdike. Lê çawa ku Leonard Cohen jî dibêje, ronahî jî di van derzan de dikeve hundir. Min jî bi vî awayî ango bi filmekî ev mesele anî ziman, nexwe wekî din min nikaribû vê giraniyê ji ser xwe biavêjim. Ji ber vê yekê bi teswîrkirina vî filmî ez azadtir bûm. Min birîn, êş û dilê xwe raxist ber çavan.”

Alejandro González Iñárritu herî dawî got, heger we filmek çêkir, divê ew film xweser be û tiştên resen bihewîne. Wekî din tiştên mayî tenê teknîk in.

Kurê Alejandro González Iñárritu yê bi navê Luciano, sala 1997’an piştî çêbû bi 2 rojan mir. Wî filmê xwe yê yekem “Amores Perros” jî diyarî kurê xwe kiribû.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.