Kurdî bê qisûr e

Nûçeyên Çand/Huner

Duşem 25 Tîrmeh 2022 - 17:37

  • Hewar Gabar: Min di lêkolînên xwe de, di zimanê Kurdî de ne peyvek, ne tîpek û ne sembolek ku ayîdê mêr nedît. Mêr bi dayîka xwe, bi jinê hatiye pênasekirin. Di têgihiştina avakirina vî zimanî de jin navend e.

RÊBER COLEMÊRG / ANF / MEXMÛR

Zimanê Kurdî yek ji zimanên ku di cîhanê de herî dewlemend û kevnar e. Di dîrokê de gelek êrişên tinekirinê û bişaftinê çûne ser zimanê Kurdî. Heta roja îro jî ev êrişên bişaftinê yên dagirkeran hene. Piştî avabûna PKK’ê têkildarî parastina ziman gelek xebatên bi nirx ji aliyê kesayetî û lêkolerên niştîmanperwer ên Kurdistanê hatine kirin. Her wiha xebatên perwerdeyî jî di nav de li qada weşan û ragihandinê de jî gelek guhertinên cidî bi xwe ve dîtiye. Gelek berhemên nivîskî yên di qalibên pirtûk û belavokan de hatine amadekirin û çap jî bûne.

Yek ji nivîskarên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) Hewar Gabar e. Ew di heman demê de lêkolerê zimanê Kurdî ye. Ew dibêje, lêkolînên heyî yên derbarê zimanê Kurdî de lêkolînên ji zimanên din hatine wergerandin in. Ango reseniya zimanê Kurdî ne ev e û alfabeya vî zimanî ji wergera çend zimanên ji derve hatiye berhevkirin. Lêkoler Hewar Gabar li ser vê teza xwe di sala 2019’ê de, dest bi nivîsandina pirtûka bi navê “Rênameya Zimanê Kurdî Kilîleyên Radengan” kir, sala 2022’an nivîsandina vê pirtûkê bi dawî kir. Pirtûk di 8’ê Tîrmeha 2022’yan jî li Weşanxaneya Sîtav a Wanê hat çapkirin. 

‘Zimanê Kurdî bê qisûr e’

Gabar di destpêkê de dibêje, di warê çandî de dûrketina ji rêûresm û adetan, bişaftinê bi pêş dixe û wiha peyivî: “Jixwe zimanekî me heye, ango em ji nû ve çênakin, bi qasî ku min lêkolîn jî kiriye, zimanê Kurdî bê qisûr e. Dibe ku zimanê Kurdî li ser nîşaneya mirovtiyê derbasî nîşaneya peyvê bûbe. Li gorî vê yekê lêkolînên ku ji dema Celadet Bedirxan û heta niha hatin kirin, lêkolînên wisa ne ku ji zimanên din hatine wergerandin. Alfabeya zimanê Kurdî û bi taybet di aliyê dengan de ji zimanê Tirkî hatiye wergerandin. Jixwe zimanê Kurdî zimanekê kevnar e, ango divê ev ziman ji zimanek din neyê girtin. Eger zimanê Kurdî bi zimanekê nû bê pênasekirin wê demê esasê wê xirab dibe.”

‘Kurdî koka xwe winda nekiriye’

Gabar îşaret bi nakokiyên zimanê Kurdî yê li dibistanan û ziman da hebûne û axaftina xwe wiha dewam kir: “Piştî ku me parêznameyên Rêber Apo xwendin, êdî em baş pê hisiyan ku Kurd xwedî ziman û çandeke pirr dewlemend in. Em ji dema Medan û heta niha di van 2600 salan de li gel van êriş, qedexe û tofana şaristaniyeta navendî, vî zimanî hîna koka xwe winda nekiriye. Demeke dirêj min mamostetî kir, piştre jî min derhênertiya şanoyê kir û sala 2008’an jî min romana ‘Dîcle xemgîn diherike’ nivîsand. Di vê rêyê de nakokiyên ku di mejiyê min de zelaltir bûn. Ango di navbera ev zimanê ku niha tê bikaranîn û ya tê behskirin de, cudahî heye.

Zimanê Kurdî yê ku niha bûyî akademîk, dibe ku ne rast be, bi taybetî jî dema ku min parêznameya Rêber Apo xwend, ev tarîtiya heyî ronî bû, ango ev zanista ku em jê re dibêjin ‘Zanista Civakî’ dibe ku ne rast be. Dibe ku rastiya heyî ji aliyê Zanista Pozîtîvîst ve hatibe înkarkirin. Ev jî bû sedem ku ez di nava pêvajoyeke bi qasî 20 salan de dest bi lêkolînan bikim.”

‘Di avakirina Kurdî de jin navend e’

Gabar bal bire ser tişta ku wî di nav lêgerînên xwe de peyda kiriye û di Zanista Fîlolojiyê de peyda nabe: “Di her zimanî de mane li peyvan hatiye barkirin, lê di zimanê Kurdî de mane li tîpan hatiye barkirin. Li gorî lêkolînên min, di dîrokê de şaristaniyek pêşketî ji aliyê jinên Kurd ve dihat birêvebirin. Di vê şaristaniyetê de jiyan kirine 21 parçe. Her parçeyek ê vê jiyanê bi radengê ku niha di zimanê Kurdî jê re dibêjin dengdar, malbateke peyvan sembolîze kirin. Her wiha tîpên dengçêker jî ku niha jê re têgotin tîpên dengdêr, cuda cuda maneyên xwe hene. Wateya tîpa ‘Î’ ayîdiyet e, ango ti têkiliya wê bi zayenda mêr re nîne. Tîpa ‘Ê’ jî wateya xweyîtiyê dide. Mînak eger em bêjin ‘wê’ dibe xwediyê war, eger bêjin ‘wî’ dibe ayîdê war. Ev di encama parçekirina peyvê de çêdibe, tîpa ‘W’ bi serê xwe wateya ‘War û welat’ dide. Vêca eger tîpa ‘W’ bi tîpa ‘Ê’ re dibe yek, maneya xwediyê war dide û dema bi tîpa ‘Î’ re dibe yek wateya ayîdê war dide. Min di lêkolînên xwe de, di zimanê Kurdî de ne peyvek, ne tîpek û ne sembolek ku ayîdê mêr nedît. Mêr bi dayîka xwe, bi jinê hatiye pênasekirin. Di têgihiştina avakirina vî zimanî de jin navend e. Li gorî vê yekê dema ku em dibêjin bajarî, dîrokî, civakî û Mexmûrî, ev ayîdiyetê nîşan dide. Ango ti têkiliya tîpa ‘Î’ bi mêrtiyê re nîne.”

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2022 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.