- Êrişên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
SÎMA BIROKÊ / ANHA/QAMIŞLO
Êrişên qirkirinê ên dewleta Tirk a dagirker û PDK’ê li dijî herêmên gerîla yên li Başûrê Kurdistanê, her wiha êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê dewam dikin.
Hunermendên Rojavayê Kurdistanê êrişên dewleta Tirk ên bi hevkariya PDK’ê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, wekî hewldanên qirkirina Kurdîtiyê bi nav kirin û gotin: “Em ê bi hunerê xwe ji êrişên dagirkerî û qirkirinê re bibin bersiv.”
Hunermend Daniş Botan got, dewleta Tirk a dagirker bi êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê dixwaze çanda Kurdayetiyê li tevahiya Kurdistanê qir bike:
“Bêguman ev ne tiştekî nû ye ku mirov matmayî bimîne. Dema Abdullah Ocalan derket û fikrên wî belav bûn jî hêzên navneteweyî ev fikrên wî ji bo xwe xeter dîtin. Ew hêz naxwazin Kurd bi ser kevin.”
‘Divê PDK li wijdanê xwe vegere’
Li ser hevkariya PDK`ê jî Danîş Botan got, “Niha êrişeke pirr dijwar li dijî çanda me heye, divê li wijdanê xwe vegerin û êdî destekê nedin dewleta Tirk a dagirker. Dewleta Tirk axa me dagirker dike, mînakên wê yên berçav jî Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ne. Dixwaze bi vê yekê guhertina demografîk pêk bîne.”
Danîş Botan daxuyakirin ku divê gel di milê hişmendiyê de parastina ax, civak û çanda xwe bike bingeh û wiha dewam kir: “Îro li Şengalê û giştî Başûrê Kurdistanê PDK`ê alîgiriya dewleta Tirk dike. Pêwîst e PDK li wijdanê xwe vegere.”
Êriş li dijî doza Kurdî ne
Hunermend Bêkes Darî jî got, di vê pêvajoya nazik de divê gel li doz, xwîna şehîdan û li tevgera rizgariya Kurdistanê xwedî derkeve: “Bûyerên ku îro li Başûrê Kurdistanê diqewimin, li gorî pîlaneke pirr mezin in ku ji aliyê dijminên Kurdistanê û hevkarên wê ve tê kirin.”
Bêkes Darî got, êrişên li dijî xaka Başûrê Kurdistanê nakevin xizmeta doza Kurdî û mirovahiyê: “Êdî cîhan nas dike PKK nirxê exlaq, mirovahî û azadiya gelan e.”
Bêkes Darî di dawiya axaftina xwe de bang li tevger, partî, hunermend û gelê Başûrê Kurdistanê kir ku li hember van êrişan helwesteke xurt nîşan bidin.