Kurd û Ereban lihev kirin
Duşem 6 Gulan 2024 - 00:29
Çar meh in bi ser hilbijartinên parêzgehan re derbaz dibin, lê hîn jî ji bo Kerkûkê waliyek nehatiye hilbijartin. Rojnameya Şarqul Awsat ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek ji nav YNK’ê, ragihand ku Kurd û Ereban li Kerkûkê li ser walitiyê lihevkirine.
Li gorî çavkaniyê, Kurd û Ereban bi şertê, du sal waliyek Ereb be, du sal jî waliyek Kurd be lihevkirine. Heman çavkaniyê ragihand ku li gorî lihevkirina Kurd û Ereban, wê Eniya Tirkmen ji walitiya Kerkûkê bê par bê hiştin. Tê gotin niha pirsigirekêk maye, ew jî gelo wê her du salên destpêkê, Kurd walitiya Kerkûkê rêve bibin yan jî Ereb.
NAVENDA NÛÇEYAN