- Romana 2´yê ya hunermend û nivîskar Cemile Şahin a li Elmanyayê dimîne, bi navê ALLE HUNDE STERBEN îro ji weşanên "aufbau" derdikeve.
Romana 2´yê ya hunermend û nivîskar Cemile Şahin a li Elmanyayê dimîne, bi navê ALLE HUNDE STERBEN (Kûçik hemû dimirin) îro ji weşanên "aufbau" derdikeve. Romana wê ya pêşî "Taxi" di wêjeya Elmanîziman de tiştekî nû bû. Romana wê ya diduyê Kûçik hemû dimirin, weke berhemeke hunerî li ser nîşandana şidetê tê nirxandin.
Cemile Şahîn di romanê de behsa neh mirovan dike, yên ku şideta dewleta Tirk li wan bûye. Ev neh mirov jî xwe li avahiyeke pirrqatî ya li rojavayê Tirkiyeyê digirin. Êşkence li hemûyan bûye, artêşa Tirk hinek ji wan revandin, polîsên Tirk hinên din. Di nava wan de dayikek heye ku laşê kurê xwe yê kuştî li pîqabekê siwar dike. Bavek heye ku keça xwe ya di xew de beriya agir bi mala xwe bixe, dibe di nava deviyan de datîne. Jinek heye, ya ku bi xanîkê seyekî ve zincîrkirî ye. Gava ku ew behsa reva xwe ya ji eziyetê dikin, terora sîstematîk a dewleta Tirk xwe digihîne wan. ALLE HUNDE STERBEN (Kûçik hemû dimirin) bi vî awayî kronîkeke welatekî ye ku eskeriyê û milletperestiyê ew jehrî kiriye. Romana nivîskara ji Dêrsimê, Cemîle Şahînê, wiha diyar e ku wê careke din di wêjeya Elmanî de hem bi awayê xwe yê nivîsê, û hem jî bi awayê ku şidetê di wêjeyê de nîşan dide, bê minaqeşekirin.
NAVENDA NÛÇEYAN