Krîmînalîze neke destekê bide

Nûçeyên Dîaspora

Sêşem 18 Nîsan 2023 - 05:12

  • Li Frankfurtê krîmînalîzekirina Kurdan li Elmanyayê hat minaqeşekirin. Parêzerên beşdar îşaret pê kir ku PKK aliyekî şer e û ti elaqeya şerê wê yê bi Tirkiyeyê re bi hiqûqa ceza ya Elman re nîne. 

Parlamentera Partiya Çep a Elman li parlamena federal a Elmanyayê Gokay Akbulut li Frankfurtê ji bo krîmînalîzenekirina Kurdan bang li hikûmeta federal kir: “Daneyên hikûmeta Elman dikevin destê dewleta Tirk. Tevgera Kurd a ku paradîgmaya wê ya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk e, li şûna ku mirov wê terorîze bike, lazim e mirov destekê bidiyê.”

Konferansa 4´an a “Dawiyê li krîmînalîzasyona Kurdan li Elmanyayê bînin” a Buroya Hiqûqê Azadî û MAF-DAD´ê vê carê li Frankfurtê bi rê ve çû. Di Konferansa li yekşemê li Saalbau Titus Forumê de siyaseta krîmînalîzekirinê ya li eyaletên Hessen, Rheinland-Pfalz û Saarlandê hat minaqeşekirin. 

PKK aliyê şer e

Di rûniştina pêşî de parêzer Stephan Kuhn got, “Ji sala 2011´an ve li Elmanyayê dadgehkirina siyasetvanên Kurd û PKK´ê bi qanûna 129b bi tohmeta terorîzmê, xwe disipêre hinceta şerê gerîlayên Kurdistanê li dijî dewleta Tirk a dagirker. Ti elaqeya vê rewşê bi hiqûqa navxweyî ya Elmanyayê re tineye. Elmanya hiqûqa ceza ji bo berjewendiyên xwe bi kar tîne. Lazim e PKK li gorî hiqûqa navneteweyî bê nirxandin. PKK aliyekî şer e”.

Parlamentera Partiya Çep a Elman li parlamena federal a Elmanyayê Gokay Akbulut jî got, ji ber ku ew fikrên tevgera Kurd diparêze, zext li wê tê kirin: “Hikûmeta Elman lazim e bi lez dev ji vê siyaseta xwe berde. Em gelek caran pêşniyaz pirsan didin parlamenê. Daneyên hikûmeta Elman dikevin destê dewleta Tirk. Tevgera Kurd a ku paradîgmaya wê ya azadiya jinê, demokratîk û ekolojîk e, li şûna ku mirov wê terorîze bike, lazim e mirov destekê bidiyê.”

Terorîstê bi rastî kî ye?

Di rûniştina diduyê de behsa mexdûrên siyaseta krîmînalîzasyonê hat kirin. Mazhar Tûran ê ji ber xala 129b hat dadgehkirin û 2 sal û 6 mehan di hepsê de ma, got, “Hefteyê 4 rojan ez mecbûr im biçim îmzeyê bidim. Ji ber vê nikarim ji cihê xwe biçim deverekê û di nava civakê de jî îzole dibim. Ji bo biçim cem bijîşk jî belgeya destûrê ji polês dixwazim. Vê carê, ez ji deweta Elman dipirsim, de ka terorîstê bi rastî kî ye?”

Ji ber ku hevserokatiya NCDK´ê kiriye mafê îqametê yê Elif Kalkan hatibû betal kirin. Wê jî got, “Bila hikûmeta Elman bi vê zanibe, miletê Kurd serî li ber van zextan natewîne.” Ji Meclîsa biyaniyan Firat Turgut jî got, “Em Kurd lazim e li dijî zextan hemûyan, bi rêyên afirîner têkoşîna xwe bikin.” 

Civaka sivîl divê zend û bendan bade

Di rûniştina dawî “Parastina siyasî û piştgiriyê” de nûnerê Aktion Dritte Welt Saar Roland Röder got, “Sedema sereke ya siyaseta li dijî Kurdan a Elmanyayê, berjewendiyên wê ne. Li dijî vê pêkanîna dij-demokratîk lazim e civaka sivîl zend û bendan bade. Dîrok wê binîvîse ku aliyê heq, em in.”

Di minaqeşeyên dawiya konferansê de ji hikûmeta Elman hat xwestin, êdî dev ji krîmînalîzekirina Kurdan berde û ji bo çareseriya mayînde ya meseleya Kurdistanê jî bibe xwedî par.

FRANKFURT

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.