- Kovara çîrokên Kurdî ya bi navê Kurdeçîrok, bi edîtoriya çîroknûs Mehmet Dîcle bi hejmara xwe ya 4’an derket pêşberî xwînerên Kurdî.
Kovara çîrokên Kurdî ya bi navê Kurdeçîrok, bi edîtoriya çîroknûs Mehmet Dîcle bi hejmara xwe ya 4’an derket pêşberî xwînerên Kurdî. Ev hejmar weke hejmara Bihar û Havînê hatiye destnîşankirin.
Di vê hejmara nû de Mehmet Dîcle bi Hamit Baydu re hevpeyvînek kiriye. Her wiha gotarên Gabriel Garcia Marquez, Eduardo Gaeleano, Necîp Mehfûz û Cesere Pavese hatine wergerandin bo Kurmanciyê. Di vê hejmarê de nivîskarên weke Mem Zînistanî, Ferzan Şêr, Lehî Bohtan, Bajar Mîrzeman, Lorin S. Dogan û gelek nivîsakarên din çîrok nivîsandine ji bo kovara Kurdeçîrokê.
NAVENDA NÛÇEYAN