M’Toro Chamou, Rûşan Filiztek û Perrine Fifadji wê 1´ê Kanûna 2020´an li bajarê Fransayê Cenonê li Rocher de Palmer konserekê bidin.
"Muzîkên ji vir" navlêkirina xelata muzîkê wan wergirtî ye, muzîkên ji deverên din tên rîtmên xwe, awazên xwe li nav mîrasa muzîkal a li devera lê ne dikin û bi vî rengî dibin "muzîkên ji vir". Xelatgirên vê xelatê yê sala 2019´an yek jê Kurd, yek jê Kongoyî û yê din jî Mahorî ye. Gîtarjen û stranbêj M’Toro Chamou xwe weke mîrasgirê nasnameyeke Mahorî dibîne û tê de Sîwahîlî, Malgaşî, Batûyî û Fransî tên cem hev. Hê nû piştî ku ew diçe bajarê başûrê Fransayê Marsîlyayê, ew li muzîka girava xwe Mayotê, li muzîka gelêrî ya mgodro vedigere.
Stranbêja Benînî, Perrine Fifadji li Kongoyê ji dayik bûye û di nava 3 zimanan de mezin bûye, ew 10 salî çûye Fransayê; pêşî ew bi rock, ska û jazzê dadikeve û paşê li kokên xw eyên Efrîkî vedigere. Rûşan Filiztek bi xwe Kurd e. Rengê wî rengê tembûrê be jî, ew li ûd, kumbust û defa Kurdî jî dixe. Hersê wê tevî barêî xwe yê çandî û mizîkî li Cenonê wê konsera xwe bidin.
PARÎS