DTSO’yê (Odeya Sanayî û Bazirganî ya Amedê) bi navê “Dengê Qedîm Konserên Amîda” li Şikefta Hesûna 16’ê Cotmehê bi beşdariya gelek hunermendan konserek organîze kir. Ev wekî beşa yekem a rêzekonserên bi heman navî ye. Li 10 cihên wisa dîrokî, 10 konser wê bêne dayîn. Di konsera li Şikeftên Hesûna ên li Farqînê de hunermendên Ma Muzîkê stran û kilam pêşkêş kirin. Konser bi awayekî zindî hat weşandin û tomara konserê ji ser kanala Youtube ya DTSO’yê re jî hat parvekirin.
AMED