Konsera li dijî feraseta şaş!

Nûçeyên Çand/Huner

Çarşem 19 Çile 2022 - 22:09

  • Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), di 22'yê Çile de li Mêrsînê konserekê li dar dixe.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinan (KASED), di 22'yê Çile de li Mêrsînê konserekê li dar dixe. Konser dê li Navenda Kongreyê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrsînê bê lidarxistin. Hunermend Feryal Oney û Devrîm Demîr dê derkevin ser dikê. 

Cejna Sarûhan a hunermend a ku di organîzasyona konserê de cih digire, bang li jinan û Mêrsîniyan hemûyan kir û got, “Em li dijî feraseta ku jinê nahesibîne, piştevaniya hunermendên jin bikin." 

Tim astengiyan datînin ber me

Cejna Sarûhan, anî ziman ku jin ji ber newekheviya zayendî ya civakî ji hunerê hatine dûrxistin û got, "Em di warê huner de jî bi zor û zehmetiyan re rû bi rû dimînin. Feraseta baviksalarî wekî warên din, dixwaze me ji vî warî jî dûr bixe. Ferasetên wekî 'tu jin î huner neke' û 'tu jin î dê hin kes zimandirêjiyê bikin' û wekî din hene. Yanî tim astengiyan datînin ber me. Lê me di nav huner de cih girt û dest bi rûxandina vê ferasetê kir. Em li dijî vê ferasetê têdikoşin." 

Cejna Sarûhanê destnîşan kir ku ji bo bêhtir di warê hunerî de çalak bibin, têdikoşin û wiha peyivî: "Sedema vê konserê jî, ew e ku em jinê bêhtir bidin xuyakirin. Em vê carê bi konserê vê yekê dikin. Werin em bi hev re li dijî vê ferasetê piştevaniya jinan bikin." 

MA/MÊRSÎN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.