Kongreya Star li Ewrûpa xwe birêxistin dike

Duşem 30 Tebax 2021 - 01:21

Jinên Kurd ên li Elmanyayê di bin banê Kongreya Star a Ewrûpayê de xwe birêxistin kirin.

Jinên Kurd li bajarê Dortmûndê bi şîara ‘Şoreşa Jinê Misogerîya Jiyana Azad e’ di Kongreya 1’ê ya Kongreya Star Ewrûpa de civiyan.

Jinên ji Rojava yên li Ewrûpayê, xwebirêxistinkirina xwe didomînin. Jinên Kurd heta niha bi navê Komîteya Jinan a Rojava xwe birêxistin dikirin û bi vê kongreyê re biryar dan ku li ser navê ‘Kongreya Star a Ewrûpayê’ birêxistinkirina xwe bidomînin.

Piştî hilbijartina dîwanê, siyasetvan Zozan Dêrik û Dilşah Osman axivîn.

Di kongreyê de Endama Koordînasyona Kongreya Star Asya Abdullah û li ser navê TJK-E Ewrûpayê jî Zeynep Dêrsim axivîn.

Abdullah di kongreyê de bal bire ser konsepta îmhakirinê ya li dijî Rojava û got, “Ev şer li her çar parçeyên Kurdistanê didome.

Bi vê konsepta şer, paradîgmaya Rêber Apo dibe hedef. Dewleta Tirk êrişî Rojava dike û gelê me qetil dike. Li hemberî konsepta înkar û îmhayê, em jinên Kurd jî divê xwe biparêzin.”

Zeynep Dêrsim jî bal bire ser Efrînê û got, “Efrîn ji me dixwaze ku em wê azad bikin. Heke em li vir rêxistinkirineke xurt ava bikin, em ê him Efrînê û him jî her çar parçeyên Kurdistanê azad bikin. Heta ku Rojava û Kurdistan azad bibin, em ê nesekinin.

Ax û welat nirxên herî pîroz ên mirovan in.”

DORTMUND

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.