Kongreya Îslama Demokratîk

Sêşem 14 Gulan 2024 - 00:15

Hevseroketiya Kongra Îslama Demokratîk hat hilbijartin

Di Kongreya 3'yemîn a Kongra Îslama Demokratîk de hevseroketiyeke nû û 16 endamên Meclisa Rêveberiya Giştî û Koordînasyona Jinan a kongrayê hatin hilbijartin.

Ji saetên sibê de Kongreya 3'yemîn a Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dewam dike. Kongre bi beşdariya 450 endaman li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo li dar ket.

Piştî xwendina rapora salê ya xebatên Kongra Îslama Demokratîk kongre dûrî çapemeniyê dom kir.

Endamê komîteya amadekar Mazin Harûnî diyar kir ku rêzikname li gorî Hevpeymana Civakî hat sererastkirin.

Di dawiya kongreyê de Evîn El Hecî û Mihemed Mela Xelîl weke hevserokên Kongra Îslama Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin hilbijartin û 16 endamên Meclisa Rêveberiya Giştî û Koordînasyona Jinan a Kongra Îslama Demokratîk ji aliyê endamên beşdar ve hatin hilbijartin.

ANHA/QAMIŞLO

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.