Komkujiyeke mezin e
Yekşem 21 Tebax 2022 - 22:24
- Hejmara kesên ku li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan bû 21. Cenazeyên 20 kesan ji van hatin veşartin.
AHMET KANBAL / MA/MÊRDÎN
Hejmara kesên ku li Dêrikê jiyana xwe ji dest dan bû 21. Cenazeyên 20 kesan ji van hatin veşartin.
Cenazeyên ku li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Mêrdînê, Nexweşxaneyên Dewletê yên Qoser û Dêrikê û nexweşxaneyên taybet, ji aliyê malbatan ve hatin wergirtin û ew birin Dêrikê. Bi hezaran kes ji bo kesên jiyana xwe ji dest dane li navenda bajêr kom bûn, piştî nimêjê, cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dane li cihên cuda hatin veşartin.
Cenazeyên 3 kesan gava ku nûçeya me dihat amadekirin, hêj nehatibû tespîtkirin û piştî testa DNA’yê wê cenaze radestî malbatan bên kirin.
Navê 20 kesan ji 21 kesên ku di qezayê de jiyana xwe ji dest dane ev in:
Şervan Tanrisever, Mîhrîban Tanrisever, Kemal Dag, Necla Arda, Maşallah Baglayan, Mulkiye Acar, Îsa Ayebe, Hamît Akkoyûn, Înan Berk, Sîttî Abûl, Hatîp Denk, Ahmet Akdag, Mehmet Ekîncî, Bawer Babûr, Îrfan Aktaş, parêzer Baran Açan, polis Yahya Ergun.
Bergirî nebûbarê TIR´ê zêde bû
Şahidên bûyera şemiyê bixwe dibêjin, piştî qezaya ewil, tedbîr nehatin girtin û TIR’an ji sînorê qanûnî zêdetir bar barkiribû.
TIR’a dayî nav xelkê li devera Uçyolê, ya Fabrîkaya Etî Bakir a Cengîz Holdîngê bû. Ji bo veşartina cenazeyan ji Mêrdîn û bajarên derdorê bi hezaran kes tev li merasîmê bûn. Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz, Berdevka HDP’ê Ebrû Gunay û Serokwekîla Koma HDP’ê Meral Daniş Beştaş jî li goristanê tev li merasîma veşartina cenazeyan bûn. Beştaş a ji malbatan agahî wergirtin, ji bo bûyera qewimî got: “Komkujiyeke mezin e.”
Di nîv saetê de tiştek nekirine
Şahida bûyerê Selma Ozcan got, piştî qeza qewinî, wê berê xwe dabû nexweşxaneyê lê ji nişka ve dîtiye ku TIR’eke duyemîn tê û wiha axivî: “Pirr bilez dihat. Cenaze li erdê bûn. Wê kêliyê anons hat kirin û xwestin her kes xwe bide aliyekî. Gotin ku ‘Du TIR’ên ku frenên wan teqiyane tên. Di navbera wan de nîv saet hebû û heger bergirî bikirana, tevdîr bigirtana ev bûyer nediqewimî. Li Dêrikê qetlîamek mezin pêk hat.”
Endamê Meclîsa Şaredariya ya navçeyê yê HDP’yî, Nûrettîn Gokalp jî di qazayê de birîndar bû. Wî jî got, wan ji nişka ve dîtiye ku TIR’eke din tê. Gokalp da zanîn ku TIR’ên qeza kirine yên Cengîz Holdîngê ne: “Barê TIR’an zêde bû, qetlîamek pêk hat.”
Gokalp got, TIR’a sêyemîn jî nêzî cihê bûyerê hatiye sekinandin.