Ji heman malê 8 kes mirin

Duşem 10 Cotmeh 2022 - 00:11

Li Dihokê, ji ber qezayeke trafîkê 8 kes mirin. Kesên mirine hemû jî ji heman malbatê ne.

Li ser rêya Elquş-Şêxan a parêzgeha Dihokê ya li Başûrê Kurdistanê, pêr bi şev qezayeke trafîkê rû da.

Di encama qezayê de ji heman malbatê 8 kes mirin. Hat zanîn ku kesên mirine ji gundê Sêcên ê ser bi Dihokê ne û ji Xiristiyanên deverê ne. Di qezayê de hejmareke zelal nekirî kes jî birîdar bûne û ew birine nexweşxaneyan.

DIHOK

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.