Ha ji we re derewa wezîrê dagirker

Duşem 22 Tebax 2022 - 22:48

  • Li Dêrikê TIR’a 3'yan ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû digot, tine ye, piştî ajansa me dîmenên wê parve kirin, hat rakirin. 

Li Dêrikê TIR’a 3'yan ku Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylû digot, tine ye, piştî ajansa me dîmenên wê parve kirin, hat rakirin. 

Şahidên qezaya Dêrika Çiyayê Maziyê ya ku tê de 21 kes mirin, destnîşan kiribû ku TIR’eke 3’yan bi darê zorê hatibû sekinandin. Lê belê Wezîrê Karên Hundir ê dewleta Tirk Suleyman Soylû û Waliyê Mêrdînê di daxuyaniyên xwe de gotibûn, TIR’a 3’yan nîne. Ajansa Mezopotamyayê (MA) dîmenên vê TIR’a ku tekera wê teqiyabû, girtin û belav kirin. Yanî derewa wezîrê dagiker û waliyê mêhtingeriyê li nav dev û rûyê wan xistin.    Piştî ku ajansa MA’yê dîmenên TIR’a 3’yan parve kirin, TIR’a ku şahidên bûyerê qala wê kiribûn, ji cihê wê hat rakirin. Hat zanîn ku Qeymeqamtiya Dêrika Çiyayê Mazî TIR’a 3’yan daye rakirin, nehat zanîn ka TIR birine ku derê û ka wê bikeve ber lêpirsînekê yan na.

MÊRDÎN 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2023 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.