Li ser rêya Amed-Êlihê qeza

În 5 Tîrmeh 2024 - 00:26

Li ser rêya Amed-Êlihê mînîbusek û pîkapek li hev qelibîn. Di encamê de 14 kes birîndar bûn ku yek jê zarok e. Li gorî agahiyan, mînîbuseke rêwiyan li xaçerêya Bîsmîl Salatê li pîkapekê ket û di encamê de 14 kes birîndar bûn ku rewşa 3 ji wan giran e. Birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bismilê û nexweşxaneyên din ên li bajêr. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.

MA/AMED

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.