8 kesan jiyana xwe ji dest dan

Sêşem 20 Tebax 2024 - 00:15

Li ser rêya Şengal û Telaferê doh êvarê qezayeke giran a trafîkê rû da. Di encamê de 8 ciwanên ji Şengalê jiyana xwe ji dest dan, 3 kes jî birîndar bûn.

Qeza pêr êvarê li ser rêya Telafer-Şengalê qewimî.

Li gorî agahiyan wesayitek û barhilgirek li hev qelibîn.

Di encama qezaya giran de 8 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Hate ragihandin ku kesên di qezayê de jiyana xwe ji dest dan xelkê navçeya Til Izêr û komelgeha Xanesorê ya Şengalê bûn.

Di encama qezayê de 3 kes jî birîndar bûn, ku rewşa tenduristiyê ya 2 ji wan giran e.

Cenazeyên kesên jiyana xwe ji dest dan birin Saziya Tipa Edlî ya Mûsilê. Ajokarê barhilgiriyê jî hate binçavkirin.

ANF/ŞENGAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.