Di mehekê 76 kes mirin 26 di bûyerên trafîkê de

Sêşem 9 Tebax 2022 - 21:21

  • Li Peymangeha Bijîşkî ya Dad a Silêmaniyê de 76 bûyerên mirinê hatine tomarkirin.

Rêveberiya Tendirustiyê ya Silêmaniyê ragihand ku di meha bihurî de li tiba edlî 76 bûyerên mirinê hatine tomarkirin, ji vanan 27 kes di qezayên trafîkê de mirine.

Malpera Rêveberiya Giştî ya Tendirustiya Silêmaniyê daxuyaniyek belav kir û ragihand ku meha bihurî, ango di Tîrmehê de li Peymangeha Bijîşkî ya Dad a Silêmaniyê de 76 bûyerên mirinê hatine tomarkirin. Ji vana 58 zilam bûn, 18 jî jin bûne.

Her wiha hat diyarkirin, ji vê hejmara miriyan 27 jê di qezayên trafîkê de mirine. Li gorî heman daxuyaniyê, 10 ji wan di buyerên şewatê de, 5 kes ji ber elektrîkê, kesek ji ber ketina xwarê, 6 kes xeniqîne û 16 kesên din jî bi sedemên cihê mirine.  

ROJNEWS / SILÊMANΠ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.