Li Dûtaxê 7 kes mirin

Sêşem 8 Mijdar 2022 - 16:28

Li Dûtaxa ser bi Agiriyê, otobuseke rêwiyan û du kamyon li hev ketin. Di şewata ji ber qezayê de 7 kes mirin û 11 kes jî birîndar bûn.

Otobuseke ku ji Wanê diçû Agiriyê û du kamyon li navçeya Dûtaxê li hev ketin.

Ji ber qezayê agir bi wesayîtan ket. Li gorî encamên destpêkê, 7 kes mirin û 2 jê bi giranî, 11 kes jî birîndar bûn.

Ji ber qezayê rêya Wan û Agiriyê li çûnûhatinê hate girtin. Birîndar jî rakirin nexweşxaneyên li Agiriyê. Derbarê qezayê de lêpirsîn hatiye destpêkirin.

ANF/AGIRÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.