Koçber dîsa li ser rêya Ewrûpayê xeniqîn

Nûçeyên Cîhan

Duşem 27 Sibat 2023 - 00:59

Li herêma Calabrîa ya li başûrê Îtalyayê, keştiyek li peravên bajarê Crotoneyê noqî avê bû. Cenazeyên 27 koçberan hatin dîtin. Li gorî medya Îtalyayê di bûyerê de herî kêm 27 kes mirine.

Ajansa Nûçeyan a Îtalyayê ANSA'yê ragihand ku hejmara kesên dibe ku 30 kes bin, lê belê li deryayê hîna jî karê lêgerînê dewam dike.

Ajansa AGÎ jî ragihand ku keştiya koçber tê de bûn, barê xwe gelekî giran kiribû û bi pêlên deryayê re parçe bûye.

Tê gotin, pitikeke çend mehî jî yek ji wan kesan e ku di bûyerê de miriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.