22 penaberên xeniqîn

Çarşem 6 Tîrmeh 2022 - 21:27

  • Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyeke penaberan noqî avê bûye û pirraniya wan ji Maliyê, 22 penaber xeniqîn yan jî ji tîhna mirin.

Neteweyên Yekbûyî (NY) bi daxuyaniyekê ragihand ku li peravên Lîbyayê, keştiyeke penaberan noqî avê bûye û pirraniya wan ji Maliyê, 22 penaber xeniqîn yan jî ji tîhna mirin.

Komîseriya Bilind a Penaber a NY´ê (UNHCR) diyar kir ku 61 koçberên neh rojan li ser botekê li deryayê sax man, ji aliyê yekîneyên ewlekariya peravî ya Lîbyayê ve hatine rizgarkirin. Berdevkê Rêxistina Koçê, Safa Msheil ragihand ku koçber ji bajarê Zûwara yê li nêzî sînorê Tûnisê di 22’ê Hezîranê de bi rê ketine. Berdevk diyar kir ku yên sax mane roja şemiyê gihîştine qada bejahî. 

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.