‘Kobanê’ cara ewil li Kobanê tê nîşandan

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 20 Îlon 2022 - 21:09

  • Komîna Fîlm a Rojava dê filma ‘Kobanê’ cara ewilî li Navenda Çandê ya Kobanê nîşan bide. Mijara filmê li ser berxwedana sedsalê ya li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê ye.

Komîna Fîlm a Rojava dê filma ‘Kobanê’ cara ewilî li Navenda Çandê ya Kobanê nîşan bide. Mijara filmê li ser berxwedana sedsalê ya li Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê ye. Film bûyerên dîrokî yên berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê yên di navbera salên 2014 û 2015'an de ve dibêje.

Derhêneriya filmê Ozlem Yaşar kiriye, xwe dispêre romana nivîskar Medya Doz û di sala 2021'an de ji aliyê Komîna Film a Rojava û Tevgera Çand û Hunerê (TEV-ÇAND) ve hatiye çêkirin. Dîmenên film li gelek deverên kantona Kobanê ku beriya çend salan tê de şerên li dijî DAIŞ'ê qewimîn, hatin girtin.

Cîgirê derhênera filmê Diyar Hiso têkildarî filme axivî û got piraniya aktorên filmê ew in ku di berxwedana Kobanê ya li dijî DAIŞ'ê de, cihê xwe girtiye, her wiha hunermendên ji herêmê jî beşdarî kişandina filmê bûne.

Diyar Hiso got: "Biryar e film li bajarên cûda yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê weren nîşandan. Her wiha tê payîn ku film beşdarî Festîvala Fîlman a Navneteweyî ya Valencia ya li Spanyayê di Cotmeha vê salê de û beşdarî çend festîvalên din ên filman di salên pêş de bibe."

Di 13'ê Îlonê de an ku di salvegera şehadeta şoreşger û sînemager Mazdek Ararat (Omer Bagci) de ku cihê xwe di çêkirina film de girtiye de, fragmana ‘Kobanê’ hatibû weşandin.

Film ji 20’ê Îlonê heta 26’ê Îlonê saet di 19:00’an de li salona Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê dê were nîşandan.

ANHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.