KNK gihîşt armanca xwe

Sêşem 14 Adar 2023 - 00:35

Hevdîtinên şandeya KNK’ê yên ji bo sed saliya Peymana Lozanê yên li Başûrê Kurdistanê bi dawî bûn. Li ser encamên hevdîtinan, Hevserokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) Ahmet Karamûs axivî.

Ahmet Karamûs derbarê hevdîtinan de got, hevdîtinên li gel hêz û aliyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi dawî kirine: “Em li ser bername, plan û armanceke diyar hatin Başûrê Kurdistanê. Ew jî di sedsaliya Peymana Lozanê de yekîtî û yek helwêstiya hêz û aliyên siyasî ye. Ji bo vê jî me bi wan re di asteke bilind de hevdîtin kirin da ku li hemberî cîhanê bibin berpirsyar û bibin xwedî nasname û dengê Kurdî.”

 

Hêlwêst erênî bû

Karamûs da zanîn ku rêzeçalakî wê di 6 mehên salê de li dijî Peymana Lozanê werin li darxistin û Konferansek li bajarê Lozanê wê were li darxistin. Wî got ji bo vê, bêyî ku cudahiyê bixin nav wan de ew li gel aliyan hemûyan civiyane û bi wan re hevdîtin kirine: “Di hevdîtinan de helwêsteke erênî û di astek bilind de piştgiriya xwe nîşandan, her wiha tevlîbûna xwe ragihandin û pîroz kirin. Lewra em jî wek şandeya KNK´ê li Başûrê Kurdistanê gihiştin armanc û hedefa xwe. Ya giringtir, encamên çalakiyên me yên siberojê ne. Em bawer dikin ku ew helwêsta ku di hevdîtinan de hat nîşandan, di Konferansa Sedsaliya Lozanê de reng bide dengê gelê me, helwêsta me ya di daxwaz û projeyên me de yên ku wek Kurd em nîşanî cîhanê didin.”

 

Bi hev re Newroza 2023´yan

Ahmet Karamûs li ser nêzîkbûna Cejna Newrozê jî got, “Îsal Cejna Newrozê ji salên din cudatir tê pîrozkirin. Ji ber erhejên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê, bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest da û tesîrê li milyonan kesî kir. Ji ber vê yekê, gelê me xemgîn e. Divê gelê Kurd di vê rojê de xwedî li çand, nasname, xak, netewe û dîroka xwe derkeve. Em bi vî awayî pîroz bikin, tevî karesat û xemên xwe jî divê em Newrozê pîroz bikin.  Divê gelê Kurd bêyî cudahiya siyasî û îdeolojîk bi hev re Newroza 2023’yan pîroz bike, ev yek ji bo gelê me, şehîd û kesên canê xwe fedakirine hemûyan e.”

 

Divê Kurd peyama xwe ya siyasî bidin

Ahmet Karamûs di dawiya axaftina xwe de bang kir da ku Kurd di pîrozbahiya Newrozê de bi hesteke neteweyî û bi yekîtî û yekrêziyê peyama xwe ya siyasî ragihînin û got, “Em weke KNK´ê bang li partî, rêxistin, hêz û aliyên siyasî dikin ku di bin vê dirûşme û peyamê de bi hev re Newrozê pîroz bikin.”

NAVENDA NÛÇEYAN

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.